Ji bo jina li Kîelê hate kuştin çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, saziyên jinan ên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî di nav de nûnerên gelek saziyan, li cihê jina koçber a Afrîkayê lê hate kuştin, çalakiyek lidar xistin.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, saziyên jinan ên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî di nav de nûnerên gelek saziyan, li cihê jina koçber a Afrîkayê lê hate kuştin, çalakiyek lidar xistin.
Ji bo jina koçber a Afrîkayî, ku ji aliyê hevserê xwe yê cihê bi benzînê hate şewitandin, çalakiyên li Kîelê dewam dikin. Saziyên jinan ên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û saziyên jinan ên Elman bi hev re daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Saziyên jinan, ev bûyera kuştinê şermezar kirin û ji bo meşa li dijî vê kuştina li derveyî mirovahiyê banga tevlîbûnê kirin.
Li Kîelê, çend roj berê hevserê berê yê jineke Afrîkayî li naverastê benzîn bi ser wê ve rijand û agir berda wê. Jina ku bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.