Ji bo Carolîna Ermen nebe dermanfiroş

Dermanfiroşa Ermen Carolîne Camgoz 43 sal berê mezûn bû. Her cihê ku xwest dermanxaneyê veke, ji aliyê dewletê ve hat girtin, destûra wê hat desteserkirin. Ew niha 67 salî ye û dikare wekî şagirt li dermanxaneyê bixebite.

Tişta ku li Wanê hat serê dermanfiroş Carolîne Camgoz, eşkere dike ku bêhiqûqî li Tirkiyeyê çawa dixebite. Camgoz a ku di sala 2006’an de piştî ku dermanên li dermanxaneya wê hatin desteserkirin, dest bi têkoşîna mafan kir, ji aliyê dozger û dadgerê ku di derbarê wê de gilî kiribûn bi lîstokekî ve hat girtin.

Carolîne Camgoz a Ermen di sala 1979’an de ji Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Stenbolê (IÛ) mezûn bû, 22 salên jiyana xwe ya dermanxaneyê ya 43 salan bi hinceta ku destûrnameya dermanxaneyê negirtiye, bêkar derbas kir. Dema ew hîn xwendekar bû, li Stenbolê rastî êrîşê hat. Xwest li Qersê dermanfiroşiyê bike, ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û li cihekî ku nas nedikir bi rojan rastî êşkenceyê hat û ew bi çavên girtî danîn kolaneke Erziromê. Li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê dermanxane vekir, lê vê carê bi îdiaya “Piştgiriya lojîstîk ji rêxistinê re kiriye” hat destgîrkirin û darizandin. Çû Antalyayê, li wir rastî destgîrkirin û zextan hat, lewre di sala 1996’an de hat navçeya Hîzanê ya Bedlîsê, lê li wir jî destûra kar jê re nehat dayîn. Rawestgeha dawî ya Carolîne Camgoz Wanê bû. Camgoz behsa serpêhatiyên xwe kir û got, “40 sal in ji ber ku ez Ermenî me hemû mafên min ji destê min hatine girtin.”

DADGEH Û MAHKÛMIYETA NAYLONÎ

Camgoza 67 salî diyar kir ku bi erêkirina Odeya Dermanfiroşan a Herêma 38’an a Wanê li Bahçesarayê dermanxane vekiriye û wiha dewam kir: “Rojekê serleşker, cerdevan, çawişê pispor, doktor û efserên tenduristiyê bi çekên lûle dirêj li deriyê dermanxaneya min dan û vekirin. Bêyî ku bijmêrin hemû dermanên min li dermanxaneyê paket kirin û birin. Tam weke desteserkirina cihekê bazirganiyê. Biryareke dadgehê ya bêyî navê min heye. Hevoka, di encama îxbara ku di firoşgeha Îzzettîn Yayla de derman tê firotin, tê de hebû. Min ev bêhiqûqî ji Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê re ragihand. Ji bo dadger û dozgerê ku biryara lêgerînê daye, min serî li HSYK’ê da. Mîna ku min sûc kiribe, dozekî ku tiştên bi xwe kirine, îmze kirine, gilî kirine, bûn dozger û dadger li min vekirin. Ez hatim darizandin, 18 sal ceza li min hat birîn, ez ketim girtîgehê. Piştî cîbicîkirina biryarê derket holê ku ez ji aliyê dadgehên bê destûr ve hatime darizandin. Piştî ku ceza hat pêkanîn, wekî ku henekê xwe bi lêgerîna min a mafan dikin, biryarê didin. Kî wê salên min ên windabûyî bide min?”

‘EZ JI BO DEWLETÊ SÛCDARÊ POTANSIYEL IM’

Camgoz, anî ziman ku di sala 1996’an de ji bo li Hîzanê dermanxane veke serî li Odeya Dermanfiroşên Bedlîsê dabû, lê belê dosyaya serlêdanê winda bû û hat gotin, “Serlêdana we ya bi vî rengî tunebû” û wiha dewam kir: “Bi şev bi peînan li deriyê mala min xistin. Wê demê li Bedlîsê mirov dihatin qetilkirin. Piştî ku min serî li Dadgeha Bilind da, min lîsansa kar girt, di sala 1998’an de hat betalkirin, di sala 2008’an de ji nû ve hat dayin, paşê di sala 2015’an de dîsa hat betalkirin. Ez van biryarên bi êşkence û êrîşkar wek cudakariya li dijî koka xwe dibînim. Ev şopandinek sîstematîk, bi zanebûn e. Her cihê ku ez diçûm, ez neçar dimam ku ji wî bajarî derkevim, li hemberî min cudakarî dikirin. Gelek hevalên min ên ji pêkhateyên cuda hatin qetilkirin, ez jî li Stenbolê hatim gulebarankirin, rastî êrîşa çekdarî hatim. Dema ku li Qersê weke dermanfiroş dixebitîm, ez hatim revandin û 3 rojan ez xistim lêpirsînê. Dema min çavên xwe vekirin ez li kolaneke Erziromê bûm. Ez li Sêwasê hatim destgîrkirin û bi îdiaya ku min alîkariya lojîstîk daye rêxistinê doz li min hat vekirin. Dema min li Antalyayê dermanfiroşî dikir dîsa hatim destgîrkirin û gef li min hat xwarin. Li Hîzanê bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hatim destgîrkirin. Di hişê wan de têgihiştinek heye ku ez sûcdarek potansiyel im. Her tim difikirîn ku ewê îftirayekê bikin û ya din wê bi xwe bê.

HETA BIRYARA DADGEHA BİLİND JÎ VEŞARTIN

Di encama lêgerîna me ya mafan de doz ji nû ve hat vekirin û ez li dadgeheke bilind hatim darizandin. Piştî biryara Dadgeha Bilind a ku ez li dadgeheke bê destûr hatime darizandin, diviyabû dadgehê ev yek ji min re ragihandiba. Min ê bi wergirtina lîsansê karê xwe yê dermanxaneyê bikira, lê wan ev biryar jî ji min veşart. Dozger, dadger û kesên ku biryara Dadgeha Bilind pejirandibûn paşê bi îdiaya alîgirên FETO ne ji pîşeyê hatin dûrxistin. Başe dermanên min, lîsansa dermanxaneya min li ku ne? Dema ez birim girtîgehê, kurê min ê biçûk dihat girtîgehê, li ber deriyê girtîgehê kurê min revandin û fîdye xwestin. Bi xwarina ku min di girtîgehê de dixwar hewl dan min jehrî bikin. Teşwîqkarê van hemûyan kî ye? Ez rastî gelek binpêkirinên mafan hatim. Ez li mafê xwe yê jiyanê, li karê xwe digerim. Ez li kiryarên jiyana xwe ya hatî dizîn digerim.”

BILA BI SABIQE BE, BILA KARÊ XWE NEKE

Parêzerê Carolîne Camgoz, Ebubekir Dîkmen, diyar kir ku ew piştre tevlê dozê bûye û bi bîr xist ku doz di sala 2006’an de bi serdegirtina nehiqûqî ya li cihê kar a muwekîla wî destpê kiriye. Parêzer Dîkmen ev agahî parve kir: “Ji ber ku di serdegirtinê de dermanên wê hatine desteserkirin, bi rêya Qeymeqamtiya Navçeyê giliyê Wezareta Karên Hundir dike û di cihê daxwaza mafan de jî ji HSYK’ê re giliyê xwe dike. Dixwaze bizane çima û ji ber çi dermanên wê hatine desteserkirin. Dozger û dadgerê Bahçesarayê yên wê demê têkildarê vê yekê ku îfadeyên di daxwaznameyan de îftira ne dest bi lêpirsînê dikin. Dozger bi xwe bi girtina îfadeya xwe dest bi lêpirsînê dike. Ew îdianameyê ji dadger re amade dike ku têde tê gotin ku îftîra li cerdevanan hatiye kirin. Di îdianameya ku îzaha wê tune ye de,  kesê ku gilî dike, dozger bi xwe ye ku îdianame amade kiriye. Ev lêpirsîn bi lez û bez bi darizandina hakimê ku gilîkar e bi dawî dibe û cezayê herî bilind ji bo buxtanê tê dayîn. Doz tê temyîzkirin, destpêkê li Daîreya Cezayê ya 4’emîn, paşê jî dişînin Daîreya Cezayê ya 11emîn û li wir tê erêkirin. Muwekîlê min bi lez û bez diavêjin girtîgehê û tevahiya cezayê ku 7,5 sal bû li ser wê pêk tînin. Biryara dozgerek bê destûr, dadgehek bê destûr ji hêla Dadgeha Bilind ve çawa tê erêkirin? Hewl hatin dayîn ku muwekîlê min xwedî qeyda sûc be û nikaribe destûrnameya dermanxaneyê bistîne. Bi rastî dema ku min dosyaya dawîn lêkolîn kir, tu carî rastî dosyayek wiha neqanûnî nehatim.”

SÛCEKÎ ORGANÎZEBÛYÎ HEYE

Dîkmen got, “Ne mimkûn e ku Dadgeha Bilind nizanibe ku dozger ne rayedar e û sûcê îftîrakirina dadger û dozger bi destûra Wezareta Edaletê ve girêdayî ye”, diyar kir ku li holê sûcekî organîzekirî heye û wiha pêde çû: “Muwekîlê min bi heman îdianameya ku ji aliyê dozgerê navborî ve hatibû amadekirin dîsa hat darizandin û di dawiyê de beraat bû. Muwekîlê min bi salan di girtîgehê de ma, pîşeya wê ji destê wê hat girtin. Ji muwekîlê min re destûr jî nehat dayîn. Hewl dide bi karê şagirtiyê debara xwe bike. Gelek kes hene ku jiyana wan wek muwekîlê min hatiye tarîkirin. Dadgeha Bilind çawa vê nizane? Bi taybetî, êşa ku bi muwekîlê min dane kişandin, nîşanek eşkere ye ku mirovên xwedî ramanên cûda çawa bi rengekî neqanûnî têne darizandin. Dema ku ji bo ji nû ve darizandinê me deng da gotin ne pêkan e. Divê biryarên kesên ku îro bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ tên darizandin ên li hemû dadgehan hatine dayîn bên betalkirin. Dadgehkirina Carolîne Camgoz mînaka herî baş a vê yekê ye. Hemû darazên ku di wê demê de hatine kirin ji bo me vala ne. Divê ev gilî bên çareserkirin. Divê biryarên neqanûnî bên betalkirin. Divê teqez dozek ji nû ve were vekirin. Têkoşîna me ya bi kesên ku ew tişt bi serê muwekîlê min anîne wê berdewam bike.”