Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez lêgerîna edaletê dewam dike

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna edaletê dewam dike.

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, lêgerîna edaletê dewam dike.

Kurdistanî û jinên endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst, mîna her Çarşemê Îro jî daxwaza xwe ya edalet û heqîqetê dubare kirin.

Çalakgerên li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmên "Em hemû Sakeıne ne, Fîdan in, Leyla ne" û "Em edaletê dixwazin" saet di 14:00 de meşiyan. Girseya gel a heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan, bêdengiya Fransayê protesto kirin.

Li ber buroyê, ji bo bîranîna cangoriyan deqeyeke rêz hat girtin û dûre hunermend Nûarîn axaftineke kurt kir. Nûarîn diyar kir ku ew ê şopdarên dozê bin û destnîşan kir ku bêdengiya Fransayê wê bi çalakiyên Kurdan xera bibe.

Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

...