Ji bo çalakvanên jin ên Fîlîstînê banga hevgirtinê

Çalakvanên Meşa Jinan a Cîhanê ji bo 11 Fîlîstîniyên ku ji aliyê Îsraîlê hatine girtin banga hevgirtinê kirin.

Ji bo 11 çalakvanên Fîlîstînî yên ku di nav wan de Seroka Yekîtiya Jinên Fîlîstînê û Koordînatora Meşa Jinan a Cîhanê Khîtam Saafîn û parlementera çepgir û parêzvana mafên di girtîgehê de Khalîda Jarrar jî tê de ne û di 2’ê Tîrmehê de ji aliyê Îsraîlê hatibûn girtin, banga hevgirtinê hate kirin.

Di bangawaziyê de ya ku ji aliyê çalakvanên Meşa Jinan a Cîhanê hate kirin hat ragihandin ku ew nizanin Saafîn û Jarrar birine ku derê. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Hêzên siyonîst avêtin ser malan û her du jin birin cihekî ku nayê zanîn. Binçavkirinên ji aliyê Îsraîlê yên li ser gelê Fîlîstînê û çalakvanên doza Fîlîstînê tê kirin binpêkirina mafan e. Dîlgirtina kesên ku emrê xwe dane rizgariya gelê Fîlîstînê û azadbûna jinan, li ser demokrasî, mafên jinan û mafên gelan êrîşek e. Em çalakvanên Meşa Jinan a Cîhanê û dostên wan, ji bo serbestberdana ev kesên ku hatine binçavkirin, em tevlî banga çalakiyan a navneteweyî dibin. Ji bo piştgiriya Khalîda Jarrar, Khîtam Saafîn û dîlên din têkeve nav tevgerê."