Ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd çalakiyên edaletê didomin
Ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd çalakiyên edaletê didomin
Ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd çalakiyên edaletê didomin
Çalakiyên “em edaletê dixwazin” ku ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çîleya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, vê heftiyê jî berdewam kirin. Di çalakiyên ku li welatên cûda ên Ewropayê di pêşengiya jinan de pêkhatin, li rexmî 9 mehe li ser komkujiyê derbaz bû jî komkujî nehate ronî kirin, dewleta Fransa berpirsyar girtin.
Li Parîsê di roja 252’mîn de li rexmî barana zêde çalakî pêkhat û gelek jin tevlî bûn.
Di meşa ku li ber Akademiya Hunerê ya Kurdistanê destpê kir, yêlekên spî ên ku wêneyên 3 jinên Kurd li ser kirin ber xwe.
Bidirêjahiya meşê sloganên “Bêdengiya we ji hevkariya we ye”, “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leyla ne”, “Em edaletê dixwazin” qîrkirin.
SERKAN TOSÛN BIBÎR ANÎN
Piştî meşa ku li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê bidawî bû, çalakiya rûniştinê pêkhat.
Di çalakiya vê hefteyê ku gelek endamên MLKP’ê tevlîbûn de, endamê MLKP’ê Serkan Tosûn ku li Rojava di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da hate bibîranîn. Kesên li ser navê Yeketiya Jinên Sosyalîst axivîn, behsa tekoşîna hevpar ya gelan kirin.
Çalakî bislogana “Şehîd namirin” bidawî bû.
HAMBURG Û HANNOVER
Li bajarên Hamburg û Hannoverê ên Almanyayê jî çalakiyên edaletê pêkhatin.
Çalakiya li Hamburgê bipêşengiya Meclisa Jinan ya Rojbîn cara 31’mîn li semta Altona çêbû.
Di çalakiyê de daxuyaniya ku li ser navê meclisa jinan hate kirin, helwesta hikumeta Fransayê ku li rexmî 9 mehe li ser komkujiyê re derbazbû daxuyaniyekî ron neda hate şermezarkirin. Her wiha Buroya Aştî ya Jinên Kurd ya Cenî danezanên ku amadekiribûn belavkirin.
Li Hannoverê jî jin di pêşengiya Komîsyona Jinan ya Hannoverê bislogana “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” hatin gel hev.
ST.GALLEN
Çalakiya ku Meclisa Jinan ya Bêrîtan ku li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê pêkanîn, xwestin komkujî were ronî kirin.
Di çalakiyê de sloganên “3 jinên rêhevalên me bêmirinin”, “Bijî Kurdistan”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Di daxuyaniya ku di çalakiyê de hatî dayîn, hate gotin ku “Ev 9 mehe her hefte ji bo kujer bêne dîtin me çalakî pêkanîn. Heta ku ev komkujî ron jî bibe em dê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li dewleta Fransa ku bêdengiya xwe diparêze dikin; Eger komkujiyê ronî nekî ev tê wateya hevkariya sûc. Bila bizanin ku, îro û her Çarşemê em dê hesabê komkujiyê bipirsin û dê me bêzar nekin.”