Ji ber stranên Kurdî ceza dan girtiyên jin

Pişgî Girtîgeha Jinan a Xarpêtê û şûnde Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di nav de li 9 jinên girtî ji ber stranên Kurdî gotine, cezayê peywendî û hevdîtinê lê hatine birîn.

Li Girtegeha Jinan a Xarpêtê, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de, derbarê 9 jinên girtî ji ber stranên Kurdî gotibûn lêpirsîna dîsîplînê hatibû destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê, bi heman hincetê, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li 9 jinan birî.

Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di encama lêpirsînê de, mehek cezayê hevdîtina telefonê û hevdîtina bi malbatê re, li 9 girtiyan hatiye birîn.