Ji 9 welatan jin wê li Kampa Jineolojiyê werin cem hev

Rêxistin û derdorên cihê yên jineolojiyê 18-23’yê Tebaxê li Kampa Jineolojiyê wê werin cem hev.

Xebatên derbarê Jineolojiyê li Ewropayê gaveke dîtir da xwe. Kampa Jineolojiyê ku bi tevlêbûna rêxistin û derdorên jinan ên ji welatên cihê wê 18-19’ê Tebaxê çêbibe. Navenda Pevgihîna Jinan a Utamara wê malxweyitiyê li xebatê bike, ji welatên cihê yên Ewropayê wê jin amade bibin.

Fikra Kampa Jineoloiyê li konferansa ‘Li dijî Modernîteya Kapîtalît III: Diyarkirina Modernîteya Demokratîk’ diyar bû, ku 14-16’ê Nîsanê li Zanîngeha Hamburgê pêk hatibû. Armanca kampê ku bi encama nîqaşa koma xebatê ya ‘Xwebûnê’ diyar bûyî ew ku têkilkiyên gerdûnî yên ku jineolojiyê ava kirine veguherînin gavên pratîk û hîmê konferanseke dîtir çêbikin.

WÊ GOTAR WERIN DAYIN Û BERNAME WERIN ÇÊKIRIN

Ji welatên cihê yên Ewropayê Jin wê tevlî Kampa Jineolojiyê bibin. Kamp wê 17-23’yê Tebaxê bi Malxwetiyiya Navenda Pevgihînê ya Jinana ya Utamarayê pêk were, bi jinên ji Italya, Elmanya, Spanya, Belçîka, Fransa, Hollanda, Swêd, Ingilistanê, Portekîzê, wê jinên Kurd ên çalak jî wê werin cem hev.

Roja pêşî ya kampayê li ser jineolojiyê û rêbazên wê gotebêj werin kirin. Her wiha komên xebatê derbarê mijarên têkildarî jineolojiyê wê gotaran bidin. Rojên dîtir wê li ser femînîzm, teoriya queer, sirûşta jinê, mijarên etîk-estetîkê werin gotebêjkirin. Kamp ji yên berê cihêtir wê tenê li ser gotaran pêk neyê, her wiha li ser ceribandinan wê hewl were dayin ku perspektîfeke hevpar were çêkirin. Di roja dawî ya kampê de, ku 45 jin wê tevlê kampê bibin, wê bernameyeke xebatê deerabê gundê jinan Jinwar, sazîbûna jinê, têkiliya wê ya bi civakê re bername were danîn.

‘WÊ POTANSÎYELA PRATÎKBÛNÊ DERKEVE HOLÊ’

Komîteya Jineolojiyê diyar kir ku ji 9 welatên cuha wê derdorên jinan ên Ewropayê tevlî kampê bibin. Diyar kir ku ji ber ku xebat wê enerjî, tecrûbe, parekirina tecrûbeyên ji cografyayên cihê bîne ba hev û modêlên alternatîf diyar  bike, girîng e. Komîteyê dihyar kir kamp ji semîner û konferansên ku berê li Koln, Parîs û Swêdê hatibûn  kirin ne serbixwe ye. Komîteyê diyar kir naverok û bernameya kampê bi perwerdehiya ku du salan dom kiriye, bi semîner, konferans, nîqaşan perspektîfek diyar bûye û li gorî vê hewceyî çêbûye. Her wiha komîteyê diyar kir kamp wê ji nîqaşên teorîk ê jineolojiyê wêdetir biçe û ji bo ku potansiyela pratîkbûnê derxîne holê fersendeke girîng e.