Îşkenceya zayendî dewam dike
Îşkenceya zayendî dewam dike
Îşkenceya zayendî dewam dike
Di nava 16 salên dawî de, hejmara jinên serî li Projeya Alîkariya Huqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Zayendî ya di bin çavan de dane, derket 384'an. Ji 384 jinan 84 jê rastî destavêtina zayendî hatin. Ji mexdûran 47 jê jî zarok in. 3 ji van jinan, piştî destavêtinê xwe kuştin. Parêzer Eren Keskîn da xuyakirin ku îşkenceya zayendî mîna duh îro jî dewam dike. Parêzen Keskîn bibîr xist ku jinên bi sedema tevlî berxwedana Gezî bûne hatine binçavkirin, rastî îşkenceya zayendî hatine û got, "Îşkence, îşkenceya zayendî ti carî li vî welatî neqediya. Li Kurdistanê, piraniya binçavkiriyan tazî dikin û bi wî rengî li ser wan digerin."
384 KESAN SERÎ LÊ DAN
Di nava 16 salên dawî de, hejmara jinên serî li Projeya Alîkariya Huqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Zayendî ya di bin çavan de dane, derket 384'an. Ji 384 jinan 84 jê rastî destavêtina zayendî hatin. 3 ji van jinan, piştî destavêtinê xwe kuştin.
Jinek, ji ber ber bandora demdirêj a îşkencê, di Mijdara 1999'an de jiyana xwe ji dest da.
Keçeke zarok a 14 salî, piştî rastî destavêtinê hat, ji aliyê xizmên xwe ve bi sedema "paqijkirina namûsê" hat kuştin. Jinek li cihê kar rastî destavêtinê hat, malbatê jî der heqê wê de biryara mirinê da.
47 ZAROK RADESTÎ ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ HATIN
380 jinên serî li Buroyê dan jî radestî dijwariya zayendî hatin. Ji van 47 jê zarok in. 337 jî, ji 18 heta 67 salî ne.
Di nava ew kesên dest diavêjin jinan de, polîs û leşkerê dewletê serkêşiyê dikin. 279 polîs, 100 jenderme, 20 tîmên taybet, 17 cerdevan, 49 gardiyan, bi sûcê destavêtina zayendî ya jinê tên tewambarkirin.
ÊŞKENCE HÎNÊ CEZA NABÎNE
Di nava 16 salan de, ji bo sûcê êşkencê bê cezakirin, rewşeke erênî nîne. Bi gitşî 164 dosyayê dozê hene. Ji van 27 hev li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi encam bûn, 14 jê jî dewam dikin.
Li dadgehên ceza yên li Tirkiyê jî 38 doz dewam dikin. Hejmara dosyayên li ber Dadgeha Bilind e 12 ye. Li Dozgeriyê jî 66 dosya hene.
Heta roja îro 222 dosya hatin girtin, bi tenê leşkerekî sûcdar ji wezîfeyê hat girtin.
'ÎŞKENCEYÊ HER TIM DEWAM KIR'
Yek ji parêzerên Buroya Alîkariya Huqûqî ya li dijî Destavêtin û Destdirêjiya Zayendî ya di binê çavan de Eren Keskîn destnîşan kir ku îşkenceya zayendî dewam dike.
Parêzer Keskîn bibîr xist ku li jinên bi hinceta tevlî berxwedana Gezî bûne êşkenceya "lêgerîya bi awayekî tazî" ya di binê çavan de hatiye kiriye û weha peyivî:
"Beriya 15 salan, lêgerîna bi awayekî tazî, ji aliyê mirovan ve mîna îşkenceyê nedihat dîtin. Ji ber hingî, rêbazên îşkencê yên girantir hebûn: Destavêtin. Lê piştre têgihiştina lêgerîna mafê xwe, bi pêş ket. Yên tevlî bûyerên Gezî bûn, hemû mirovên zane ne. Ev mirov dizanin ku lêgerîna tazî, destdana bedena wan îşkenceyeke, rêbazeke destdirêjiyê ye û ev eşkere kirin. Ji ber vê yekê, weke ku duh îşkence qediya bû lê îro zêde bû tê dîtin. Îşkence, îşkenceya zayendî ti car neqediya. Di piraniya binçavkirinên li Kurdistanê de, lêgerîna bi awayekî tazî, bi salane dewam dike. Ev yek li bajarên biçûk jî tê jiyîn. Lê belê ji ber ku ev di çapemeniyê de nehatin weşandin yan jî jinan eşkere nekirin, nehat dîtin."
Parêzer Keskîn bibîr xist ku Sedat Selîm Ay ê xwedî gelek sûcên girane li weke Alîkarê Mudurê Emniyetê ya Muduriyeta Emniyeta Stenbolê hatiye wezîfedarkirin û anî ziman ku ev yek dibe ku bandorê li zêdebûna îşkenceya zayendî dike. Keskîn got, "Lê belê li emniyeta Stenbolê, îşkence bi tenê bi vê wezîfedarkirinê ve nayê kirin. Ji ber ku mejiyê îşkencekar nehatiye guhertin. Şaşe ku mirov bêjin 'duh tinebû îro ji nû ve destpê kir'. Duh hebû îro jî heye. Dibe ku dem bi dem kêm an zêde dibe. Lê mejî qet naguhere."