Îro jî li Parîsê çalekiya nobetê dewam kir

Îro jî li Parîsê çalekiya nobetê dewam kir

Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo qatîlên  damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Rayedara  KNK’ê  Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şeylemez  bên diyar kirin çalakiya ‘em edaletê dixwazîn’ hat li darxistin.

Meşa ku derdora 200 Kurdistaniyan beşdar bûyî de li ber avahiya Akademiya Çand û Hûnera Kurdistanê destpê kir. Meşvan heya Bîrûya Enformasyona Kurdistanê meşiyan. Sloganên “ edalet li kuderê ye”,  “Em edaletên di xwazîn” û “Em hemû Sakîne, Leyla, Rojbînîn” gotin.

Li ber bîrûya  Enformasyona Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê dest bi nobetê kirin. Piştî ku daxuyanî bi zimanê Fransî hat xwedin, li ser navê Meclisa Jinan a Greîlê Hesîna Cansu axiftinek kir.

Cansu da diyar kirin ku 288 roje em li bendêne ku dewleta Fransayê di derbarê qetliamê de daxuyaniyê bide û got: “Lê belê ta niha tu daxuyanî nedaye. Em ji dewleta Fransayê di pirsîn, ‘bê dengiya we, gelo di hevkariya we deye’ Em wek jinên Kurd heya hemû aliyên vê bûyerê ronî ne be wê çalekiyên me jî berdewan bin. Li ser vî bingehê di destpêkê dayîk, dost û Kurdên li Parîsê wê bi berxwedana xwe vê bûyerê runî bikin.”