‘Îradeya jinê’ ya girtî

Bi serdegirtina polîsan tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê, 7 kes hatin girtin. Wekîlên jin ên hatin binçavkirin jî bi temamî hatin girtin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel jî li ber Edliyeya Amedê bi êşkenceyê hat binçavkirin.

Ji wekîlên HDP’î yên danê êvarî bi serdegirtina polîsan hatin binçavkirin, 7 hatin girtin. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserok û wekîlên HDP’ê hatin binçavkirin û anîn Amed, Şirnex, Çewlikê. Hate diyarkirin ku ji ber wekîlan îfadedayina di çarçoveya lêpirsînên KCD, KCK û 6-8’ê Cotmehê Berxwedana Kobanê de red kirine der heqê wan de biryara girtin û binçavkirinê hatiye derxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hate gotin ku li gor fermanên Dozgeriyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Wan û Çewlikê der heqê 13 wekîlan biryara girtinê hatiye derxistin. Ev biryar jî bi îdîayên “endamtiya rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê xebitîn” û “propagandakirina rêxistinê” hatine derxistin.

Biryara girtinê ya der heqê Parlamenter Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz ji ber li derveyî welat in pêk nehat, Parlamenter Îmam Taşçier piştre hat binçavkirin. Piştî rûniştinên heta danê êvarî, Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên Amedê Nûrsel Aydogan û Îdrîs Balûken, Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu, Parlamenterê Colemêrgê Abdûllah Zeydan hatin girtin. Sirri Surreyya Onder, Îmam Taşçier û Ziya Pîr ên hatin binçavkirin jî bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin berdan.

TEVAHÎ JINÊN KU HATIN BINÇAVKIRIN HATIN GIRTIN

Jinên ku hatin binçavkirin bi giştî hatin girtin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag li edliyeyê di parastina dozgeriyê de got; “Ti bendewarî û daxwazên min ji we nîne. Ji ber xebatên min ên siyasî tenê gel ê ku min hilbijartiye dikare li vê bipirse.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag piştî ji mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin anîn Edliyeya Amedê, di parastina xwe ya dozgeriyê de ev gotin; “Di vê şanoya darazê de ku bi fermana Erdoganê ku paşeroja wî dijî guman in dest pê kir, ez qebûl nakim ku bibin fîguranek. Ti bendewarî û daxwazên min ji we nîne. Ji ber xebatên min ên siyasî tenê gel ê ku min hilbijartiye dikare li vê bipirse.”

SEBAHAT TÛNCEL BI ÊŞKENCEYÊ HAT BINÇAVKIRIN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel dema rûniştinên dozên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş dewam dikir, bi êrîşa polîsan ve li ber Edliyeya Amedê hat binçavkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel ku birin Şaxa Ewlehiyê, piştre jî derbasî Midûriyeta Şaxa TEM’ê kirin. Rawestandina Sebahat Tûncel dewam dike.

FEZLEKEYÊN DER HEQÊ JINÊN HDP’Î DE

Di fezlekeyên wekîlên jin ên HDP’î de ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatin binçavkirin, ev îdîa hatin kirin;

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag; “Bi armanca sûcê sazkirina rêxistinê, propagandaya rêxistinê kiriye, ji bo sûcê tehrîkkirin, hikûmet, dewlet, dezgehên darazê, rêxistina leşkerî û emniyeta Komara Tirkiyeyê biçûkxistin, xirakirina yekîtî û yekparebûna dewletê, pesndayina sûc û sûcdaran”

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk: “Propagandaya rêxistinê kiriye, pesndayina sûc û sûcdaran, tehrîkkirina gel a ji bo hêrs û dijminahiyê, ketina herêmên qedexekirî yên leşkerî.”

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selam Irmak: “Propagandaya rêxistinê kiriye”

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim: “Propagandaya rêxistinê kiriye, pesndayina sûc û sûcdaran”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan: “Tevî ku ne endam e jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye.”

510 FEZLEKE HENE

Her wiha ji 59 wekîlên HDP’ê der heqê 55’an de bi giştî 510 dosyayên fezlekeyê hene.

59 wekîlên HDP’î hene, tenê 4 kes ji guhertina Destûra Bingehîn bandor nabin. 4 navên ku der heqê wan de fezleke nîn in wekîlên Stenbolê yên HDP’ê Garo Paylan, Celal Dogan, Wekîlê Bedlîsê Celadet Gaydali û Wekîlê Îzmîrê Muslum Dogan in.