Îdîanameya doza kuştina Ozgecan qediya

Îdîanameya der barê doza qetilkirina Ozgecan Aslan de hate qedandin û radestê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsa Mêrsînê hate kirin.

Îdîanameya der barê doza qetilkirina Ozgecan Aslan de hate qedandin û radestî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsa Mêrsînê hate kirin.

Îdîanameya têkildarî doza xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan ku li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hate qetilkirin, hate qedandin. Îdîanameya têkildarî doza bersucên kujer Suphî Altindoken, Fatik Gokçek û Necmettîn Atindoken ên tecawizî Ozgecan kirin û ew qetil kirin, radestî 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê hate kirin.