HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

21'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

22'ê Îlonê saet di 15:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

22'ê Îlonê saet di 00:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Îlonê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv ût evgera helîkopteran werdan. Di çalakiyê de derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

Li Herêma Metînayê;

23'ê Îlonê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Xakurkê;

21'ê Îlonê saet di 08:27'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

23'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

21, 22 û 23'ê Îlonê li Herêma Qendîlê qada Girê Roj carekê, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Lolan, Girê Mesken, Girê Berbizinê, Sinînê 9 caran, li Herêma Garê qadên Girê, Avtehlê, Çemrobotkî, Zengilê, Zêvkê, Girê Kun, Deşta Kafya, Dêreşê 8 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 4 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21, 22 û 23'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf û Lolanê 12 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."