DEM Partî: Ya ku li Gunay Kûbîlay hatî kirin êşkence ye

DEM Partî li hemberî êşkenceya ku li Gunay Kûbîlay hatî kirin, gilî kir.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê û parêzerên DEM Partiyê têkildarî êşkenceya li Berdevkê berê ê HDP’ê Gunay Kûbîlay hatî kirin, gilî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê kir ku Kûbîlay di çarçoveya Doza Kûmpasê ya Kobanê de rehîn tê girtin. 
  
Di gilînameyê de hate diyarkirin ku şidandina kelepçeyên Gunay Kûbîlay ku diviya di 18’ê Îlonê de ji bo tedawiya diran ji Fakulteya Diranan a Zanîngeha Gaziyê re bihata sewqkirin, rêbazeke êşkenceyê ye û sewqa wî hatiye betalkirin.  Di gilînameyê de ku mewzûatên navneteweyî û neteweyî yên têkildar jî têde cih girtin, hate destnîşankirin ku ji ber bêcezatiyê rêbazên êşkenceyê yên bi vî rengî zêde bûne û hate xwestin ku berpirsiyar werin cezakirin. 

Di daxwaznameyê de hate xwestin ku Fermandariya Jendermeyan a Sîncanê nasnameya kesên gumanbar eşkere bike û piştre jî têkildarî qanûnan kesên gumanbar werin cezakirin.