Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê: 558 kes mirin, 50 jê zarok in

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku di encama bombardûmana giran a li ser başûrê Lubnanê û Bekaayê de 558 kes hatine kuştin.

Wezîrê Tenduristiyê Fîras Abîad di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji roja Duşemê û vir ve di encama êrîşan de 558 kes hatin kuştin ku 50 jê zarok, 94 jê jî jin in.

Abîad got, "Nexweşxane bi baldarî nêzî nexweşan dibin û bersivê didin pêwîstiyan hemûyan" û diyar kir ku personelên tenduristiyê ji doh û vir ve "Saetên dûr û dirêj li emeliyatê ne."

LI XEZEYÊ 41 HEZAR Û 467 MIRÎ

Di vê navberê de Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ya Xezeyê bîlançoyeke nû ragihand. Wezaretê diyar kir ku ji dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê û vir ve 41 hezar û 467 kes hatin kuştin. Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 12 kes hatin kuştin. Li gorî heman çavkaniyê ji dema destpêkirina êrîşan û vir ve 95 hezar û 921 kes birîndar bûne.