Hijmara Tebaxê ya Newaya Jinê derket

Hijmara Tebaxê ya Newaaya Jinê bi manşêta 'Mifteya xwegihandina  civaka demokratîk, têkoşîna azadiya jinê'' derket.

Di hijmra 173'an a Newaya Jin de hevpeyvîna bi Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal re heye.

Rojname bi taybetî bi mijarên ''têkoşîna li dijî koletiya dîrokî ya jinê'' û ''hewcehiya bi rêxistiniya resen a ji bo geşkirina xweparastinê ya di her qadê de ya jinê'' hatiye vekolan û tê ber xwendekaran.

Di rojnameyê de mirov dikare dîroka berxwedanê ya jina Kurd, li Îranê rewşa jinê, bi perspektîfeke nû jineolojî, îstîsmara li ser zarokan, rojeva yekîtiya netewî û Başûrê Kurdistanê û gelek mijarên din bibîne.

Newroz Uysal ku pirsên rojnameyê bersivandî got têkoşîna azadiya jinê, ji ya ku tê texmînkirin zêdetir xwedî karîger e.

Perîhan Bacarû ji bo rojnameyê li ser îstîsmarkirina zarokan a li Tirkiyê, li ser tundî û windabûna zarokan nivîsiye.

Mizgîn Amed jî bi nivîsa xwe di rojnameyê de ye û dibêje, ''Îdeolojiya rizgariya jinê îro bûye kana hêviyê ji bo hemû jinan û bûye perspektîfa serek''.

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn jî mijarên rojevê, dengê jinê ku li Îranê geş dibe û têkoşîna jinê ji bo rûpela Kurdî ya rojnameyê nirxand.

Songul Talay jî di salvgera Fermana Şengalê de, di şexsê Êzîdiyan de polîtîkayên qirkirina jinan nirxand.

Di rojnameyê de her wiha nivîsa Jînda Denîz heye. Denîz bal kişande ser çanda berxwedanê ya jina kurd, li ser dastana lehengiyê ya Zarîfe û Elîşêr çanda lehengî û berxwedanê nivîsî.