BI DÎMEN

Hezer: Wê Erdogan û rejîma wî biqedin; Kurd wê bi ser bikevin

Parlamentera HDP'ê Tûgba Hezer tevlî semînerek li Bonnê bû û got, rejîma AKP/Qesrê wê tine bibin; Kurd jî wê bi ser bikevin.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer li bajarê Bonn ê Elmanyayê beşdarî panelek li ser pirsgirêkên jinan û rewşa dawî ya siyasî bû.

Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin. Hezer da xuyakirin, ku pirsgirêkên jinê ji pirsgirêkên civakî cihê nînin û destnîşan kir, ku divê newekheviya nava civakê ji holê bê rakirin.

'HER KES DIKARE JI BO AZADIYÊ TIŞTEKÎ BIKE'

Hezer diyar kir, rêveberiya AKP-Erdogan xitimî ye, krîza siyasî û aborî giran dibe û da zanîn, zîhniyeta qedexekar, cihêkar û tekparêz dixwaze hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan bidomîne. Hezer got, êrîşên bi vê armancê tên kirin, ne tenê li Bakurê Kurdistanê ne, li dijî Rojavayê Kurdistanê jî bi heman armancê êrîş tên kirin.

Hezer da xuyakirin, ku li dijî her şêwe êrîşên Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê jî wê Kurd bi ser kevin û got, "Erdogan û rejîma wî mehkûm in ku tine bibin. Yên winda bikin wê ew bin, yên bi ser bikevin jî em in. Ji bo azadiyê her kes dikare tiştekî bike. Em ê azadiyê bi rengê jinê b dest bixin."

Di dewama semînerê de wêne û kincên Kurdî hatin nîşandan.