Hevseroka HDP’ê ya Amedê Alokmen destgîr kirin

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik a di derbarê wê de biryara girtinê hatibû derxistin, hate destgîrkirin.

Rûniştina biryara doza di derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen a bi hinceta ku sala 2012’an Hevseroka Sendîkaya Tenduristî û Kedkara Ximeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê bû, tevlîbûna çalakî û aktivîteyên sendîkayê û bûna delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû vekirin îro pêk hat.

Heyeta dadgehê di derbarê Alokmen de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê 7 sal û 6 meh ê dayî kir 10 sal û 6 meh, derbarê wê de biryara girtinê derxist.

Piştî biryara girtinê hate dayîn û şûnde Alokmen li navçeya Stewr a Mêrdînê dema serdana malbatê dikir, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.