Hevparên DOKH'ê dê li dijî destdirêjiyê bimeşin

Hevparên DOKH'ê dê li dijî destdirêjiyê bimeşin

Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo zaroka 14 salî E.A. ku li Çewlîk ji aliyê 8 leşkeran ve rastî destdirêjiyê hat, wê di 8'ê Tîrmehê de biçin Çewlîkê û di 11 Tîrmehê de jî ji bo N.F. li Mêrdînê meşekê pêk bînin.

Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) yên Amedê ji bo zaroka 14 salî E.A. ku li Çewlîk rastî destdirêjiya 8 leşkeran hatin li EPÎDEM'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê xebatkarên EPÎDEM'ê Şîmel Begîk diyar kir ku, her roj jin tên kuştin, jin rastî tacîz û tecawizan tên ew wek endamên Tevgera Jina Azad û Demokratîk destûr nadin vê yekê û wiha got: "Em di zanin ku pergala dewletê li Kurdistanê zordarî, tacîz û tecawiza li ser jinê wekî pergalekî şerê qirêj bi kartîne." Begîk da zanîn ku, gelê bi tang, tiveng û bombeyan ne hatin asîmle kirin dixwazin bi nirxên wan bilîzin.

Begîk bilêv kir ku, ew weke Tevgera Jina Azad û Demokratîk rê nadin bûyerên weke tacîz û tecawizan û wiha axivî: "Em dê her duşem li Kurdistanê bi şîara Tacîz û Tevawîzan deşîfre bike û da ku carek din neyê tune bike çalakiyan li darbixin." Begîk da zanîn ew dê di 8 Tîrmehê biçin Çewlikê û wê li ber deriyê navenda Rêxistina BDP'a Çewlikê heya ber Dadgeha Çewlikê bimeşin.

Begîk destnîşan kir ku, jina 19 salî ya bi navê N.F. li gel ku 2 caran ji aliyê cerdevanan ve rat revandin û malbatê serî li fermandariya cendirmeyan dan jî dîsa fermandariyê serlêdana malbatê li ber çavan negirt û derbarê cerdevanan de tu tişt nekir. Begîk daxuyand ku, ji ber jina ciwan a 19 salî li hemberi vê zilm û neheqiyê derûniya wê ranekir ji neçarî dawî li jiyana xwe anî. Begîk anî ziman ku, dê li Mêrdînê jî ji bo jina 19 salî ya bi navê N.F ku 2 caran ji aliyê cerdevanan ve hat revandin û rastî destdirêjiya cerdevanên ku di nav de kurê sercerdevan Abdulkerîm Îşler jî heye protesto bikin dê di 11 Tîrmehê de biçin Mêrdînê. Begîk bilêvkir ku ÎHD, KESK, xebatkarên jinên Gunişigi û Sarmaşik piştgirî didin wan.