Hesen: Armanca Kongra Star avakirina Neteweya Demokratîk e

Ji berê bi dehan salan û heya roja îro jina Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe, lê di dema îro de jina Kurd bûye pêşenga hemû jinên cîhanê.

Endama Rêveberî û Koordînasiyaona Kongra Star Fatmê Hesen bi boneya 15’emîn  salvegera Kongra Star, têkildarî kar û xebatên Kongra Star ji destpêka avakirina Yekîtiya Star ji ANF’ê re nirxand.

Hesen wiha dest bi axaftina xwe kir; “Li Helebê sala 1995’an di destpêkê de me karê Cehwesî de kar dikir, me hewl dida ku em fikir û felsefeya Rêbr Apo belav bikin. Di karê xwe de me hewl dida ku ji xwe nas bike û mafê xwe nas bike. Jin bizane çawa karê ve bi rê ve bibe, ji sala 1995’an heta 2005’an me bi vî awayî kar û xebatê xwe meşand. Li gorî ku wê demê tirsek jî ji rejîmê hebû lê di heman demê perwerde ji jinan re dihatin vekirin, roj bo roj ev kar bi moraleke bilind bi pêş diket, her wiha demê me karê cebehewî kiriye hin hevdîtin bi Serok re hatin çêkirin, ew roj ji me re rojên dîrokî bûn.”

Fatmê Hesen têkildarî lidarxistina konferansa yekemîn jî axivî û wiha got; “Di sala 2005’an de Yekîtiya Star hate damezirandin, ji ber ku pêwîst e jin xwe perwerde bike ji bo ku xwe azad bike, û li ser wê esasê kar bike, ji ber ku azadiya jinê hatî bin pêk kirin. Ji ber vê yekê pêwîstî hat dîtin ku rêxistina jinê berfirehtir bibe. Li ser vê esasî di sala 2005’an de  bi tevlîbûna 35 jinan li taxa Şêx Farisê di hundir Helebê de Yekîtiya Star hate avakirin, hin biryar ji bo rizgarkirina jina ku ber bi koletiyê dimeşe û yekîtiya hemû jinên ku di hundir rojava de were çêkirin, ji bo ku em bigihêjin hemû jinên Roj ava.

Di destpêkê de me nedikarî bi jinên ji pêkhateyên din re têkiliya xwe xurt bikin ji ber ku rêjîm ne dihêlî, ji ber vê yekê konferansa sala 2005’an de tenê bi tevlîbûna jinên Kurd ji hemû herêmên Sûriyê hate çêkirin. Lê her çiqas rêjîmê ne dihişt ku em karê xwe bikin lê em tu carî netirsîn û me karê xwe berdewam dikir, ji bo me en şansek pir mezin ku me Yekîtiya Star di hundirê taxa Şêx Faris de ava kir.”

Hesen bi domdarî got; “Di sala 2007’an de li Gundê Fefer Sixîrê konferansek din hate avakirin, bi tevlîbûna 60 heya 70 jin, her wiha Yekîtiya Star di wê konfransê de berfirehtir bû. Heta astekê me xwe gihand hemû jinan kar û xebateke baş hate meşandin. Di wir de hinek biryar wê demê hatin girtin hemû. Xwe gihandina hemû jinan û ji bo rizgarkirina Rêber Apo kar û xebat werin kirin. Heya sala 2009’an kongrayek din li Qamişlo hate çêkirin bi tevlîbûna zêdetirî 100 jinê ji hemû herêmên Sûriyê hate lidarxistin, di heman demê de di wir biryar hate giritin ku karê xwe berfirehtir bikin. Piştî wê bi du salan konferans li Efrînê hate lidarxistin, derdorî 150 jin tevlê bû, her wiha di wir de hin biryar hatin standin ji bo jin û civakê, bi taybet ji bo jinên ciwan xwe nas bike di riya rast de kar bike.”

KONFERANSA ŞEŞEMÎN

Her wiha konferansa şeşemîn li Rimêlanê pêk hat, bi tevlîbûna derdora  350 jinan konferansa şeşemîn hate lidarxistin, her wiha wir de hin biryar hatin standin derbarê rizgarkirina Rêber Apo, û perwerde, aboriya jin, û jinên ciwan çawa xwe bi rêxistin bikin. Kevana zêrîn hate avakirin, her wiha navê yekîtiya Star bû Kongra Star ji ber ku kar û xebat berfirehtir bû, her wiha bi vî awayî têkiliya me bi hemû jinan re xurttir bû. Her wiha biryarên ku di vê konferansê de hatine giritin hemû pêkhatin heya ku em gihandin Kongreya Heftemîn.

 ‘ARMANC AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Weke Kongra Star kar û xebat zêdetir ji me tê xwestin, ji bo ku em bigihêjin armanca xwe  û têkoşîn bikin ji bo Rêber Apo ji ber ku riya azadiyê nîşanî me da, niha jina Kurd bûye mînaka hemû jinan, ji ber ku di hemû qadan de xwe îsbat kir.

ROLA KONGRA STAR DI ŞERÊ HELEBÊ DE;

”Rola Kongra Star di hundir Helebê de, destpêkê Heleb hate dûrpêçkirin nêzî 5’salan şer di Helebê de hebû her carê komek çeteyan hewl dida ku bikeve taxê, her wiha di şer de jinê rolek pir mezin lîst ji ber di her derekê de cih girt, xwarin çêdikirin, di aliyên tendirustî de rola xwe pir mezin bû, ji ber ku jin aşîtiyê dixwaze, her tim ji bo aşîtiyê tekûşîn dike”

Di dawîyê ji bo salvegrera Kongra star bang li hemû jinan kir û got; “Di vê salê de em bang li hemû jinan dikin ku bibin yek û ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe têkoşîn bikin, ji bo ku heya salvegera salê bê em azadiya xwe bi dest bixin.”