Herî kêm 37 jin meha Gulanê hatin kuştin

Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' ragihand, ku meha Gulanê 37 jin hatine kuştin.

Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' rapora xwe ya li ser jinên di meha Gulanê de hatine ukştin, weşand. 

Di raporê de hate ragihandin ku 37 jin hatine kuştin, îstîsmarkirina zarokan û şîdeta zayendî dewam kirine û hate gotin, "Her roj zêdeyî jinek tê kuştin. 

Ji bo pêşî li kuştina jinan were girtin, tedbîr nayê girtin."

Di raporê de hate ragihandin ku daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ne rast e ku Soylû îdîa kiribû, kuştina jinan a ji ber şîdetê 39 ji sedî kêm bûye. 

Di raporê de hate gotin, kuştina jinan, şîdeta li zarokan û îstîsmarkirina zarokan ku her roj di nûçeyan de tên weşandin, nîşan didin ku rewşa heyî berevajî vê yekê ye.

Di dewama raporê de hate ragihandin ku hejmara jinên hatine kuştin li gorî mehek berê zêde bûye.