'Heke jin werin gel hev her kes wê azad bibe'

Çinar Pêncewînî, Viyan Agirî û Hevseroka Tevgera Azad a Silêmanî Ronak Mecîd bal kişandin ser girîngiya şoreşa jinê û gotin,"Em jin divê werin cem hev, azadiya xwe bi dest bixin û civakê azad bikin."

KJK’ê 02-06’ê Îlona 2017’an bi tevlêbûna 115 delegeyan Kongreya xwe ya 8’an pêk anî. Di Kongreyê de Endamên Konseya Rêveber a KJAR’ê Çinar Pêncewînî, Viyan Agirî û Hevseroka Tevgera Azad a Silêmanî Ronak Mecîd ji Aryen TV’yê re derbarê Kongreya 8’an axivîn. Jinan bal kişandin ser girîngiya yekîtiya jinan û û gotin şoreşa Başûr û Rojhilatê Kurdistanê wê bi destê jinê pêk were.

PÊNCEWÎNÎ: DESTHILATDARIYA 26 SALAN, KUJERÊ JINAN E

Endama Konseya KJAR’ê Çinar Pêncewînî got li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan, destdirêjî û şewitandina jinan li polîtîkayen destilatdariyê ne bêrî ye û û got, ‘’Ev hikûmet a herêmê xwedî rabirduyeke 26 salan e. Lê ev desthilatdarî bû desthilatdariyeke welê ku jinan dikuje û jinan bê mîsyon dihêle.’’ Pêncewînî got li dijî vê ew xwe bi felsefeya Rêberê Gelên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan rêxistinî dikin û şoreşa Başûr wê bi destê jinan pêk were.

Pêncewînî got: ‘’Babetên ku di Kongreyê de li ser Başûrê Kurdistanê me gotebêj kirî pirhêlî bûn. Em li vir jî li gorî îdeolojî û felsefeya Rêber Apo rêxistiniya xwe dikin. Raman, felsefeya Rêber Apo ji bo jinan projeyeke nû ye. Di nav çarçoweya îdeolojiya Rêber Apo me rewşa xebatên xwe yên Başûr, asta rêxistiniya xwe vekir. Rêberê me dibêje, ‘şoreşa Başûr şoreşa jinê ye.’’ Li ser vê zemînê bi pêşengiya me jinan li Başûrê Kurdistanê divê em şoreşekê pêk bînin.’’

‘ŞOREŞ WÊ BI DESTÊ JINÊ PÊK WERE’

Endama Konseya Rêveber a KJAR’ê Viyan Agirî jî bal kişande ser êrîş û gefên li çar parçeyên Kurdistanê, destnîşan kir ku niha li Rojhilata Navîn rewşa şerê cîhanê yê sêyemîn heye û pir girîng e ku wan di rewşeke wiha de Kongreya KJK’ê civandine. Agirî diyar kir ku di kongreyê de wan nîqaşên girîng kirine, hem li ser çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li ser Rojhilata Navîn û Îranê. Agirî wiha got: ‘’Ez wiha bawer dikim ku nîqaşên ku me kirin ji bo jinên çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn kelkdar bin. Lê bi taybetî jinên Rojhilat, Îran, Bellûc, Fars û Azerî wê geşedanan bijîn. Pêşengiya vê jî wê jin bikin.’’

MECÎD: LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ TÊKOŞÎNA NAMÛSÊ TÊ DAYIN

Hevseroka Tevera Azad a Silêmaniyê Ronak Mecîd îro bi pêşengiya jinên Kurd li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê tê dayin û got, ‘’ji bo namûsa jinan û civakê, ji bo azadiya wan têkoşîn tê dayin. Li dijî dagirkirina niştimanê me têkoşîna namûsê tê dayin.’’

‘XWEPARASTIN JI BO HEMÛ JINAN E’

Mecîd diyar ki ku di kongreyê de mijara xweparastinê hatiye axaftin û got, ‘’Weke ku tê zanîn her roj qira jinan tînin. Mînak heeke li Şengalê jinên me, li Reqa û Mûsilê jin xwedî mekanîzmaya xweparastinê bûna wê nehatana kuştin, firotin û tecawiz li wan nedibû. Ji vê jî diyar dibe ku xweparastin ji bo hemû jinan mijareke wiha ye ku mirov nikare dev jê biqere. Îro li Şengal, Rojava, li Federasyona Bakurê Sûriyê jinan mekanîzmaya xweparastinê çêkirin. Wek ku em jî dibînin, ji dema ku xweparastin çêbûye li dijî her cure arîşeyan têkoşîn tê dayin.’’

'NAHÊLIN KU JIN SIYASETÊ BIKIN’

Mecîd got li Başûrê Kurdistanê bi salan e ku civak û jin têne qetilkirin û mêtin û got, ‘’jinên me her roj têne firotin. Bi taybetî jî jinên me yên Başûrê Kurdistanê li dijî hişmendiya baviksalarî, li dijî siyaseta heyî xwedî têkoşîneke qels e. Siyaseta heyî nahêle ku jin xwe rêxistinî bikin. Li Başûrê Kurdistanê jinên xwe rêxistin kirin jî girêdayî partiyên siyasî ne û girêdayê zilamên di nav wan partiyan de ne.’’