Hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin hate weşandin

Hejmara Tîrmehê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Xweparastin maf e' derket.

Hejmara 172'an a Newaya Jin ku hevpeyvîna bi Leyla Guven re tê de hatiye weşandin, giraniyê dide ser dozên jinên ku li dijî êrîşê xwe parastine.

Ji Şoreşa Rojava, Zanistî, Ekolojî, Rêveberiya Demokratîk heta Rojevên Ewropa û Dinyayê gelek mijar di hejmara Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin de hene.

Berxwedêra greva birçîbûnê Leyla Guven ji Fîgen Ektî re axivî û diyar kir ku bi greva birçîbûnê re wan xwestin nîşan bidin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Guven destnîşan kir ku bi berxwedana xwe wan di heman demê de xwestine rêya aştiyeke bi rûmet vekin û got, "Jiyaneke azadîparêziya jinê û demokratîk pêkane" û ji bo pêkanîna vê armancê bang kir.

Li Tirkiyeyê ku êrîşên tundî û zayendî bi rêk û pêk tên kirin, li dijî jinên ku xwe li dijî êrîşan diparêze tundiya dadgeriya mêr û bê edaletî didome. Ji nûçegihanên Jin Newsê Habîbe Eren û Melîke Aydin der barê mijarê de nûçe-dosya amade kirin û nêrîna nûnerên saziyên jinan wergirtin.

Şoreşa Rojava ya ku her roja xwe bi şerekî dijwar, bi zehmetî û berxwedêriyeke bi lehengî derbas bû dikeve sala xwe ya heyştan. Zerya Gul mijar ji qadê nirxand û bal kişand ser girîngiya şoreşa civakî, çandî, zanistî, felsefîk û zîhnî.

Di hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin de hevpeyvîneke taybet hatiye weşandin. Ji fermandarên FARC'ê Tanja Nijmeier ji Zîlan Diyar û Eylem Tolhildan re axivî.

Rojnamevan Heval Aslan jî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê nirxand.

Rojnamevan Sûna Tûnç jî rojeva Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di rûpela Kurdî de şîrove kir û rewşa Îranê ya li herêmê û destwerdaneke gengaz nirxand. Tûnç diyar kir ku li Îranê şert û merc ji bo şoreşa gelan hene.

Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû rola şaredariyan di rêveberiyên xwecihî de nirxand û got, rêbaza rêveberiyê û çanda demomkratîk bi pêşengiya jinan dikare pêk were.

Der barê bendava Ilisû de ku wê Heskîfê di nava avê de bihêle dosyayek hate amadekirin.

Di rûpelên zanistiyê de Ozlem Yavûz û Gonul Erdogan û di rûpela civakî de jî Axîn Viyan nêrînên xwe parve kirine.