Hejmara nû ya kovara Jineolojiyê derket

Hejmara 16'an a kovara Jineolojiyê derket. Sernavê hejmara nû ya kovarê "Aboriya komunal a demokratîk" e.

Hejmara 16'an a kovara Jineolojiyê bi sernavê "Aboriya komunal a demokratîk" derket. Kovara zanistî ya ku 3 mehan carekê derdikeve, di vê hejmarê de pirsa "Di avakirina alternatîfa sîstema modernîteya kapîtalîst de aboriyeke cuda pêkan e?" dinirxîne.

DI VÊ HEJMARÊ DE ÇI HEYE?

Di hejmara dawî ya kovarê de Elîf Kaya qala "Tecrûbeya aboriya komunal a demokratîk û keda jinê" dike. Çarçel Dîdar jî bi sernavê "Di civaka xwezayî de veguherîna aboriyê li çanda jiyanî" nirxandinê dike.