Hejmara Çileyê ya Newaya Jinê derket

Hejmara 154’an rojnameya jinan a mehane Newaya Jin bi manşeta “Wê kujer hesap bidin” derket.

Hejmara Taybet a ku bi manşeta ‘Wê kujer hesap bidin’ derket, li ser qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê disekine. Rojname balê dikişîne ser pêvajoya qetlîam û hiqûqê, çalakiyên edaletê û hevkariya di navbera Tirkiye û Fransayê de ya ku piştî qetlîamê pêk hat.

Di Hejmara Taybet de portre û gotarên li ser 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî hene.

‘EM Ê QÎRÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Di rojnameyê de Berfîn Dilav balê dikişîne ser pêkhatina qetlîamê, pêvajoya darizandinê û bêdengiya Fransayê. Dilav diyar dike ku jinên Kurd qîrîna xwe ya edaletê zêdetir dikin û dibêje “Em ê qîrîna xwe bidomînin.”

Hêlîn Umit jî li ser têkoşîna berxwedêr a Sakîna Cansiz disekine û destnîşan dike ku dengê jinan a ku hatiye qutkirin di meşa Sakîne Cansiz de dibe qîrîn.

Derhênera belgefîlma ‘Sara’ Dersim Zêrevan jî dibêje ku, “Me fîlmê Wê çêkir lê wê jî awayê jiyanê fêrî me kir.” Zêrevan diyar dike ku Cansiz di nav erdê bi mayînkirî de jiyanê dike gulistan.

Di rojnameyê de roportaja bi Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ya li ser Sakîne Cansiz jî hatiye kirin.

Di vê hejmara rojnameyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Cansiz a di 9’ê Nîsana 1998’an de jî cih digire.

Di heman demê de di vê hejmarê de Rojda Yildirim li ser jiyan û têkoşîna Fîdan Dogan, Hêvîdar Edessa li ser Leyla Şaylemez, çalakvana TJA’yê Sebahat Onar jî li ser têkoşîna çalakvanên TJA’yê Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir disekine yên ku di 4’ê Nîsana 2016’an de li Silopiyê ji aliyê dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.

Di vê hejmarê de li ser xweparastina jinê bi Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk jî roportajek hatiye kirin û Zerya Gul, Zeynep Erdem, Bêrîtan Zagros û Muge Tûzcûoglû jî bi nivîsên xwe yên cihê di vê hejmarê de cih girtine.