Hêja: CPT divê daxuyaniyê bide

Endama Koordînasyona PAJK’ê hêja: ‘’Serdema ku em tê de dijîn pir girîng e. Ev pêvajo berxwedaneke mezin hewce dike. ’’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Hêja diyar kir ku bi tecrîda Imraliyê dixwazin ku Kurdan dîl bigirin lê belê Ocalan bi berxwedana xwe ev asteng kiriye û xwest ku CPT demildest daxuyaniyê bide. Hêja bal kişande ser wê ku li Kurdistanê destdirêjiya li ser zarok û jinan a li Kurdistanê polîtîkayeke sîstematîk a dewleta Tirk e û wiha got: ‘’Hemû jinên me bi rengekî xurtir wê xwe bi rêxistin bikin, pêşengiya pêvajoyê bikin û bi ser bikevin. Hişmendiya azadiyê wê bi ser bikeve.’’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja tevlî bernameya ‘Rojeva Jinê’ ya Stêrk TV’yê bû û têkildarî tecrîda li ser Imraliyê, Şehîdên Gulanê, Pêngava 1’ê Hezîranê û polîtîkaya qirkirin-destdirêjiya li ser jinan a AKP’ê axivî..

‘ZINDANA IMRALIYÊ SÎSTEMEKE TAYBET E’

Hêja diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser vîna gelê Kurd e û wiha pê de çû: ‘’Zindana Imraliyê sîstemeke wiha ye ku bi taybet hatiye avakirin. Jixwe dema ku Rêbertî zindana Imraliyê vedike wiha dibêje, ‘’Li vir ê ku tê gitin ne kesek, vîna civakekê ye’’ Ji ber ku Rêbertî gelê Kurd temsîl dike, vîna azad a Kurdan temsîl dike. Ji bo vê jî ya ku tê xwestin ku li Imraliyê were girtin temsîla rasteqîn a gelê Kurd e, Rêbertiya gelê Kurd, vîna gelê Kurd e. Ev polîtîkayeke taybet e ku li ser Rêbertî tê meşandin.’’

Hêja bi berdewamî diyar kir ku pêvajoyek hebû ku bi Rêbertî re gûftûgo dikirin, şande diçûn û dihatin lê bi zanebûn dawî lê pêvajoyê anîne. Hêja diyar kir ku bi taybetî hêzê kapîtalîst dawî li vê pêvajoyê anîne, piştre şerekî gemarî hatiye destpêkirin û bi her hêlê gelê Kurd û hemû mirovên azadîxwaz, gel kirine hedefa xwe.

Her wiha Hêja diyar kir bi mebesta ku pêşî lê bigirin ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nav gel û raya giştî zêde belav bibin, bandora ramanên Ocalan zêde nebe dawî li hevdîtinên bi Ocalan re anîne.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja polîtîkayên fizîkî û psîkolojîk ên ku bi gelek rê û rêbazan ji 1999’an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  tê meşandin bi bîr xist û got, ji polîtîkayê hedef gelê Kurd û jina azad e û got, ‘’Radestbûn ji her hêlê ve û her gavê ferz kirin. Rêbertiya me di tevahiya jiyana xwe de li dijî tecrîdê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Tecrîda li ser Rêbertî mînaka wê li ti deverê nehatiye dîtin. Raya giştî jî û hemû dinyayê jî hay ji giraniya vê tecrîdê hene. Temaşe dikin, hay ji her tiştî hene.  Ev tecrîd pir ji kûr ve hatiye plankirin û pêkanîn.’’

 ‘CPT DIVÊ DAXUYANIYÊ BIDE’

Hêja got piştî 15’ê Temûzê fikarên li ser  jiyan, tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye, ev fikar hê jî berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de ji hêla gelek aliyan ve bi mebesta ku ji Ocalan agahî were girtin çalakî hatin kirin, girêva birçîbûnê dest pê kiriye.

Hêja bêdengiya şandeya CPT’yê ya li ser tecrîdê rexne kir û got ti caran vî tiştî qebûl nakin û got, ‘’CPT çû  Imraliyê, lêkolîn kir lê ji bo raya giştî ti daxuyanî neda. Ev jî me zêdetir dixe fikaran. Beriya her tiştî divê CPT daxuyaniyê bide. Divê hişkere bike bê ka Rêbertî di nav kîjan şert û mercan de dijî. Li gel ku ji mêj ve girêv hene jî ti daxuyanî nehate dayin. Herî dawî jî li zindanan girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir, di rastiya xwe de ev weke rojiya mirinê bû.  Armanc jî ew bû ku ji rewşa tendiristiyê û şertê Rêbertî em agahdar bibin. Ya girîntir jî ev girêv ji bo azadiya Rêbertiya me bûn. Lê bi daxuyaniya rêxistina me bi dawî bûn.’’

‘PEYWIRA ME YE KU EM ŞEHÎDAN BI BÎR BÎNIN’

Hêja Şehîdên Gulanê bi bîr anî û li ser bîranîna Fermandarên YJA-Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersim jî axivî. Hêja got, ‘’Em şehîdên Gulanê bi bîr tînin. Ji Hakî Karer ta bi Mehmet Karasungur, ji Gurbet Aydin ta bi Şîrîn Elemhulî, ji Leyla Qasim ta bi şehîdên Hewlêrê li ber hemû şehîdên xwe em bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin. Em gelek caran dibêjin gotinên me têrê nakin ku em wan vebêjin lê vegotina wan peywira me ya hevrêtiyê ye. Ji bo jiyandina têkoşîna wan vegotina wan peywira me ye. Bibîranîna wan her wiha jiyandina wan e, em hay ji vê hene.’’

Hêja li ser Fermandara YJA-Starê Nalîn Mûş ku di pêvajoya dawî de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû wiha got: ‘’Demeke dirêj di hemû qonaxên vê rêxistinê de, ji partîbûnê ta bi rêxistiniya jinê, ji qada leşkerî bigirin ta bi gelek qadan xebat kiriye. Ji bo pêvajoyê, ji bo rastiya Rêbertî, ji bo rastiya şehîdan û ji bo bibe layiqî wan her dem xwedî helwesteke xurt bû.’’

Hêja  Fermandara YJA-Starê Hêlîn Dersim jî bi bîr anî û got, ‘’Asta wê ya pêşengiyê zêde bû. Li qada Rêbertî jî ma. Bi perwerdehiya Rêbertî xwe baş perwerde kir. Di têkoşîna me ya jinê de bi pozîyona pêşeng bû. Helbet peywira me ye ku em van hevalan bi bîr bînin û bidin jiyîn.’’

‘QIRKIRINA JINÊ QIRKIRINA CIVAKÊ YE’

Hêja li ser bûyera tecawizê ya li Êlihê jî nirxandin kir û got, ‘’YJA Star yekîneyên xweprastinê ne’ û got li dijî van polîtîkayên wiha qirêj ew ne neçar in. Hêja wiha got: ‘’Bûyera ku li Êlihê hatî jiyîn konsepta şerê taybet e. Li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirin, asîmîlasyonê qet ranewestiyaye. Hedefa van êrîşên bi polîtîkaya taybet a li ser Kurdistanê jinên me yên ciwan bûn, jinên Kurd bûn. Ji ber ku qirkirina jinê qirkirina civakê ye.’’

Hêja bi domdarî got ev polîtîkayên li ser jinên polîtîkayên taybet in û got,’’Sîstemên desthilatdar polîtîkaya tecawizê ji xwe weke polîtîkaya manûnemanê diyar kirine û bi van polîtîkayên wiha dixwazin xwe bidin jiyîn.’’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Hêja wiha got: ‘’Jinên me, ciwanên me ne neçar in, li cem wan tevgera me heye. YJS-Star yekîneyên xweparastinê yên jinan in. PAJK partiya wan a fermandar û partiya rêxistina wan e. Helbet li dijî van êrîşan wê wan biparêze. Ji bo vê jî rêya rast e ew e ku jinên me, pişta xwe bidin rêxistina me, li ser van esasan xurt xwe birêxistin bikin, tevlî têkoşînê bibin û li dijî nêzîkatiyên faşîst serî rakin û têbikoşin. Naxwe xeyal e ku mirov li bendê be ku dewlet van darizîne. Tenê têkoşîna me li dijî van dikare raweste. Ji bo vê  bîrewerbûn, rêxistînîbûn bersiva herî mezin e. Em wiha dikarin sîstema desthilatdar û tecawizkar têk bibin.’’

‘PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ 15’Ê TEBAXÊ YA DUYEMÎN BÛ’

Hêja li ser wateya Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku 2004’an dest pê kirî jî got, wan 1’ê Hezîranê weke Pêngava Duyemîn a 15’ê Tebaxê bi nav kirine û wiha got: ‘Çawa ku 15’ê Tebaxê li dijî hêzên mêtinger guleya pêşî be, bêguman di artêşbûnê, partîbûnê, ji nû ve birêxistinbûnê, di rêxistinbûna jinê de gavên ku di wê pêvajoyê de hatine avêtin li dijî tişta ku wan deman dihate xwestin ku bikin, bersivek bû.’’

Hêja bi domdarî li ser Pêngava 1’ê Hezîranê wiha got: ‘’Pêngava 1’ê Hezîranê serdema helwesta giştî ya milîtanî bû, serdemeke wiha pêdivî bi helwesta partiyî hebû. Êrîşên li ser gelê me bi dawî nebûn, Rêbertiya me hê jî dîlgirtî ye, her roj li ser jinên me êrîş hene. Ji bo vê jî giyanê ku tê jiyîn tam jî giyanê pêngava 1’ê Hezîranê ye. Me wê demê jî li ber xwe da û niha jî û berxwedan wê berdewam bike.’’

BANGA LI JINAN

Endama Koordîasyona PAJK’ê Rojîn Hêja herî dawî bang li jinan kir û got: ‘’Serdema ku em tê de dijîn pir girîng e. Ev pêvajo berxwedaneke mezin hewce dike. Heke hemû jin bi vê hişmendiya azadiyê tevbigerin û xwe tevlî pêvajoyê bikin serketin teqez e. Hemû qad qadên berxwedanê ne. Hêzên mêtinger hemû wê têk biçin û di serî de jinên ciwan, hemû jinên me wê xwe xurt birêxistin bikin, pêşegiya pêvajoyê bikin û serketinê bînin. Di nav vê çarçoweyê de ez jinên berxwedêr û bi taybetî dayikên me slav dikim û di têkoşînê de serktinê dixwazim.’’