HDP û TJA’yê starta 8’ê Adarê da

Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktivîstên TJA’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê da. HDP û TJA’yê banga tevlîbûnê mîtînga 3’ê Adarê ya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kir.

Meclîsa Jina ya HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Bûlwara Barbaros a Beşîktaşê li ber Peykerê Demokrasiyê, der barê 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê de daxuyaniyek dan.

‘GUVEN JI BO AŞTIYÊ DI GREVÊ DE YE'

Di çalakiyê de destpêkê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî. Gulum, bilêv kir ku jin li  hemû qadan bi şidetê re rû bi rû dimînin û li Tirkiyeyê jî îktîdarek heye ku çav berdaye destkeftiyên jinan. Gulum, anî ziman ku li Tirkiyeyê biryarên darazê nîşaneya edaleta zilaman e û jinên serî xweparastinê didin jî tên cezakirin.

Gulum, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî û destnîşan kir ku Guven tim ji bo destekftiyên jinan li ber xwe daye. Gulum, anî ziman ku Guven ji bo li Tirkiyeyê aştî çêbibe ketiye greva birçîbûnê. Her wiha Gulum, got wê jin tu carî kuçe û kolanan vala nehêlin û ew ê tim bitêkoşin.

‘BILA DAXWAZA GUVENÊ BÊ QEBÛLKIRIN'

Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê ya Stenbolê Aysûn Çeper jî, bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê. Çeper, bilêv kir ku li hemberî îktîdara zilamî, têkoşîna jinên pêşeng têkoşîneke hînder e û got: "Niha ev têkoşîn û ev helwesta bi berxwedana Leyla Guven û girtiyên di zindanan de didome. Em bang dikin, divê daxwazên Parlementera Colemêrgê Leyla Guven bên qebûlkirin. Em dixwazin dengê wê li Tirkiyeyê û tevahiya cîhanê bê bihîstin."

Çeper, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îktîdara AKP'ê tenê çav berdaye qezenca maddî û tenê sermayeyê diparêze. Çeper, bilêv kir ku encama vê îktdara 16 salan krîzeke aborî ya mezin e û ev krîz herî zêde bandorê li jinan dike û mafê jinan binpê dike. Çeper, diyar kir ku ew ê li hemberî vê yekê heta dawiyê bitêkoşin û têkoşînê bilind bikin.

Çeper, destnîşan kir ku ew ê tim û tim ji bo bilindkirina têkoşîna wekhevî û azadiyê li ber xwe bidin û ew ê bi vî ruhê berxwedêr ji bo 8'ê Adarê du hefteyan li ser hev çalakiyan li dar bixin. Çeper, da znaîn ku ew ê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngeke mezin li dar bixin û ji bo vê li ser navê TJA, HDP û HDK'ê bang li hemû jinan kir.

POLÎSAN MUDAXILE KIR

Piştî daxuyaniyê Dengbêj Xalîde, ji bo Leyla Guven stranek got. Piştî polîsan mudaxile kir Xalîde strana xwe nîvco hişt û got: "Hûn tehamulî vê jî nakin. We şermezar dikim."