HDP: Ji bo jinan hejarî û şîddet zêde bû

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku AKP-MHP’ê ev pandemî ji xwe re kiriye firsend û şîddeta li ser jinê zêde bûye.

Meclîsa Jinan a HDP’ê îro derbarê rojeva heyî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê bi bacên gel re dixwaze sermayeyê li ser pêyan bihêle. Di paketên ekonomiyê de ji bo jin, kesên hejar, karker, kedkar û bêkaran tu tevdîr tune.

Pergala kapîtalîst a mêrserwer tu pêşniyazeke çareseriyê ji kedkar, karker û jinan re pêşkêş nake. Di pandemiyê de mêtingeriya kedê jî zêdetir bû. Li dijî ev polîtîkayên ku karkeran terkî mirinê dikin û jina hejar dikin em ê di 1’ê Gulanê de dîsa dakevin qadan.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze pêşiya hevgirtina civakî bigire. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê vê şewba mezin dike berjewendiya siyasî, ranta ekonomîk û amûra şer. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê destkeftiyên me desteser dike û dixwaze keda me winda bike. Bi hezaran jinên girtî di girtîgehan de hiştin, kujerên jinan û tecawizkar jî qanûna înfazê serbest berdan. Di heman demê de li malan jî şîddet zêdetir bû. Derket holê ku xeta alîkariya lezgîn a li hemberî şîddetê ALO 183 jî nikare pêdiviyan bi cih bîne.

Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku bi qasî şewbê bi xetere ye, em ê hevgirtina xwe geş bikin. Hewldana me ya em Meclîsa Jinên Ciwan mezin bikin, têkoşîna me xurttir dike. Bi stendina tevdîran em ê li kolan, tax û gundan xebatên xwe bidomînin. Em ê torên xwe yên tevgirtinê zêdetir bikin û li dijî şîddet û hejariyê têkoşîna li ser mafên jinan geştir bikin.”