HDP hêviya jinan e

Desthilatdariya 16 salan a AKP'ê herî zêde bandor li jinan kir. Jin dibêjin, aştî, azadî û aramî wê bi HDP'ê re bê.

Jinên ku ji zordariya desthilatdariya AKP'ê tengav bûne, xwe amade dikin ku deng biidn HDP'ê û Demîrtaş.

Jinên ku ji ANF'ê ra axivîn diyar kirin ku ji ber gotin û kiryarên desthilatdariyê yên li dijî jinan, ew nema dikarin bi hêsanî derkevin derve. Cemîle Mûtî ku teqawît e, destnîşan kir ku ji bo bêhn bê ber wan, ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Mûtî ya 60 salî diyar kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de jî zext û zoreke bi vî rengî nebûbû. Mûtî diyar kir ku ew HDP'ê weke alternatîfekê dibîne û got, HDP bi cihgirtina li parlametê re wê pêşî li azadiya jinan veke û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

JI BO DAWÎ LI VÊ ZILMÊ WERE ANÎN

Sûltan Bozkûrt destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo jin, zarok, aştî û paşeroja azad girîng e. Bozkûrt a 60 salî ku ji ber zexta dewletê sala 1994'an ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kir û ji wir jî neçar ma berê xwe bide Stenbolê, anî ziman ku zilm û zordarî bi hikumeta AKP'ê re girantir bûye. Bozkûrt destnîşan kir ku ji bo zilm biqede wê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş û got, "HDP ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê paşeroj e, hêvî ye." Bozkûrt diyar kir, ji bo dawî li tarîtî û şer bê anîn, ji bo bêhn bê ber wan, şert e ku benda hilbijartinê ya li pêşiya HDP'ê were hilweşandin.

ÇARE HDP YE

Nûrcan Konûklû da xuyakirin ku ji bo mafên jinan êdî neyên binpêkirin wê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş. Konûklû diyar kir, li welatekî ku edalet lê nîne ew timî li edaletê digerin û got, ji bo dawî li vê bê edaletiyê bê anîn, çareya yekane HDP ye. Konûklû got, "HDP cihêkariyê naxe navbera mirovan. Her kesî di nava xwe de dihewîne û ji bo her kesî edaletê dixwaze. Li nava HDP'ê cihêkarî nîne, her kes mîna xwişk û bira ne. Ji bo aramiyê ez dibêjim HDP."

JI AKP'Ê ÊDÎ ACIZ BÛM

Newroz Gunverdî destnîşan kir ku ji bo jiyana azad a Kurdan û hemû gelan, ew ê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş. Gunverdî anî ziman, êdî her kes hişyar bûne û 24'ê Hezîranê wê dawî li AKP'ê bîne. Gunverdî bi bîr xist ku di nava desthilatdariya 16 salan a AKP'ê de zilm û zordarî herî zêde li jinan hatiye kirin û ji ber gotinên desthilatdariyê yên dijminatiyê li jinan dikin, destavêtin, destdirêjî û bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Gunverdî ya 18 salî got, ew êdî ji desthilatdariya heyî aciz bûye û guhertinekê dixwaze. Newroz Gunverdî da xuyakirin ku aştiya rasteqîn wê bi Selahattîn Demîrtaş were, lewma destekê dide wî.

JI BO NORMALBÛNÊ DIVÊ DESTHILATDARIYA HEYÎ BIQEDE

Nazmiye Ulker ku teqawît e, lê ji bo karibe debara xwe bike hîn jî dixebite, anî ziman ku hilbijaritnên 24'ê Hezîranê wê çarenûsa welêt diyar bike. Ulker ji hemû dengdêran xwest ku baş li ser rewşê bifikirin û ragihand, mayina HDP'ê ya di binê bendê de tê wê wateyê ku rejîma yek şexsî ava bibe. Ulker got "Ev yek ji bo Tirkiyeyê felaket e" û destnîşan kir ku di dema 12'ê Îlonê de jî di vê astê de maf nedihatin binpêkirin. Nazmiye Ulker di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo welat normal bibe divê desthilatdariya heyî têk biçe."

Karker Bîrsen Çelîk diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo serketina eniya gelên bidest girîng e û got, ji bo dîktatoriya AKP-MHP'ê ji holê rabe, divê HDP ji bendê derbas bibe.