HDP’ê dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Enqereyê dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kir.

Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi tevlêbûna Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Başaran û parlementerên HDP’ê, Meclîsa Jinan a HDK’ê, Meclîsa Jinan a KCD’ê, Komîsyona Jinan a DBP’ê, Rizgariya Jinan, SKM, Jinên SODAP’î, Meclîsa Jinan a SYKP’ê, TJA û Jinên Çepgir li Parka Kûgûlû ya Enqereyê dest bi kampanyaya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kir.

Daxuyaniya kampanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ve hate xwendin.

‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST JINAN DIKE HEDEF’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tifaqa AKP û MHP’ê vê pêvajoya pandemiyê ji xwe re kir firsend, bi destê qeyûman darbe li îradeya gel kiriye. Ji xeynî desteserkirina îradeya gelê Kurd, êrîş biriye ser çand û zimanê gelê Kurd jî. Êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kirine û hewl dane destkeftiyên me desteser bikin. Herî dawîn parlementeriya 3 parlementeran hatiye xistin. Parlementera me Leyla Guven a ku parlementeriya wê hatiye xistin jiyana xwe daye ser rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd.

Rewşa ‘normal’ a AKP û MHP’ê dijminatiya jinan e. Jin wê ji kolanan xwe venekişînin. Em jin mîrateya xwe ya têkoşînê ji Rosa, Clara, Sara, Berxwedana Geziyê û jinên azadîxwaz ên 8’ê Adarê werdigirin. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Heke li dijî destkeftiyên jinan êrîşek hebe, wê li hemberî vî tiştî berxwedan û têkoşîna jinan jî hebe. Li hemberî serweriya mêran em dest bi kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ dikin. Wê ev kampanya mehekê bidome.

Meclîsa Jinan HDP’ê li dijî qeyûm, îstîmar, qanûna înfazê, şîddeta li ser jinan, li meclîsê, li kolanan, li qadan, li malan û atolyeyan em ê li ber xwe bidin û tevlî nav çalakiyan bibin.”