Hat îdîakirin ku li Mêrdînê jinekê xwe kuştiye
Hat îdîakirin ku li Mêrdînê jinekê xwe kuştiye
Hat îdîakirin ku li Mêrdînê jinekê xwe kuştiye
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hat îdîakirin ku Nûrcan Erkal (36) a dayika 6 zarokan xwe li gundê Ocakli kuştiye.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Ocakli yê Nisêbînê hat îdîakirin ku Nûrcan Erkal a 5 meh in ducanî ye xwe kuştiye. Cenazeyê Erkal ji aliyê zarokên wê ve li tiwaleta li hewşa xaniyên wan ku bi ben bi banê ve hatibû daliqandin, hat dîtin. Piştî ku bûyer hat bihîstin, cenazeyê Erkal rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Nisêbînê. Tevî xizmên Erkal, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û Hevseroka BDP'ê ya Nisêbînê Zînnet Algan jî çûn nexweşxaneyê û hewl dan alîkariyê bide xizmên Erkal ên ji hişê xwe çûn. Ji bo kar û barên otopsiyê cenazeyê Erkal şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.