Guven:Tirkiye di nav koas û krîzê de ye, çareserî HDP ye

Hevseroka KCD’ê ya rehîn Leyla Guven, ku di rêza pêşî ya Colemêrgê de namzeta parlamenteriyê ye, nameyek nivîsî. Guven got Tirkiye di nav krîz û kaosê de ye, AKP neçar e û bal kişande ser girîngiya HDP’ê.

Hevseroka Leyla Guven a ku li Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê rehîn e û her wiha li Colemêrgê di rêza pêşî de namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ye, bi nameyekê behsa polîtîkayên AKP’ê yên li ser Kurdan, problemên zindanê kir û vegot bê ka girtiyên siyasî çawa rewşê dişopînin.

BI AVABÛNA KOMARÊ RE POLÎTÎKAYA YEKRENGÎ DANÎNE HOLÊ

Guven di nameya xwe de bal kişande ser pirçandiya li Tirkiyê û Bakur û got bi damezîrîna komara Tirk re politikaya yekrengiyê hatiye danîn û hemû rengên dî hewl dane ku bikin Tirk, bi hişmendiya darbeye re, bi destûra ku hatî hazirkirin politikaya înkar û asîmîlasyonê derketiye pêş û li gor vê destûrê hemû kesên li Tirkiyê û Bakur dijîn Tirk, mêr û sinî ne.

‘AKP DESTÛRA HEYÎ JÎ JI HOLÊ RAKIRIYE’

Guven soza AKP’ê bi bîr anî, ku 2002’an dema hatî ser kar gotibû ew ê destûreke nû deynin holê û bi bîr xist li gel ku 16 sal di ser re derbas bûne jî AKP soza xwe bi cih neniaye, destûra heyî jî ji holê rakiriye û mîna ku hewceyî bi destûrê nebe tevdigere.

‘KRÎZ Û KAOSEKE MEZIN HEYE’

Guven di nameya xwe de bi domdarî got dema ku ew ji girtîgehê derve dişopînin, dibînin ku krîz û kaoseke mezin heye û ev her ku diçe girantir dibe, AKP li şûna ku problema çareser bike wan ji nedîtî ve tê, ên ku krîzê destnîşan dikin bêdeng dike, bi Rewşa Awarte hewl dide ku desethilatdar xwe bidomîne. Guven li ser krîza Tirkiyê got, ‘’krîzeke pir giran û ji avaniyê ye. Ji bo vê jî pêdivî bi çareseriyên bingehîn û mayinde hene.’’

‘CIVAK ŞÊT DIBE’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bal kişande ser polîtîkayên AKP’yê yên bi dijminatiya jinê, diyar kir ku jinên ku bi vîna xwe tevdigerin û hişmendiya nêr didin ber pirsan, ji hêla AKP’ê ve hedef têne nîşan dan û  û got, ‘’Zimanê AKP’ê tundiya li ser jinê zêdetir dike. Vî zimanî li dijî karker, kedkaran jî bi kar tîne. AKP li bara kuştinên li ser kar, li şûna ku tevdîran bistîne, daxuyaniyên bi rengê, ‘di fitreta wî de hebû’ dide. Civak şêt dibe. Ji bilî beşekî biçûk ê civakê yê ‘şad’ piraniya civakê şepirze ye.’’

 ‘AKP’Ê KEDA RÊZDAR OCALAN BERHEWA KIR’

Guven bi berdewamî got heta ku pirsa Kurd bi rêyên aştî û demokratîk neyê çareserkirin ti problemên dî wê çareser nebin, bal kişande ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di mijara çareserkirina pirsa Kurd de û got, ‘Rola ku Rêzdar Ocalan di vê pêvajoyê de bi cih anî pir girîng bû. Her çendî aliyek bû jî,  ji bo ku du aliyan bi hişmendiyeke hevpar û rêbazan li ser masê bihêle, ji hêla bawerîdanê û wêrekirinê ve pir keda wî heye ku pêvajo bilez bi pêş ve bibe. Bêbiryariya AKP’ê, politikaya wê ya awiqandinê û rewşa dawîlêanîna pêvajoyê bû sedem ku hemû ked berhewa bibin.’’

‘AKP FATOREYÊ LI GELA DIBIRE’

Guven her wiha got HDP ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe pir ked daye, di navbeyna aliyan de çûye û hatiye lê AKP ev keda HDP’ê krîmînalîze kiriye û ev jî nîşan dide ku ti nêzîkatiya  AKP’ê ku pirse çareser bike tine. Guven got, ‘’Di rewşeke wiha de ku ev çend problemên giran hene, krîzeke mezin a aborî heye, ferzkirina hilbijartinê wê fatoreyekê ji bo gelan bîne.’’

‘REWŞA GIRTÎGEHAN PEYWIRA HEMÛ CIVAKÊ YE’

Guven got, ‘’Girtiyên siyasî ji geşedanan bifikar in’ û got ,’’Li girtîgehan hi hinceta Rewşa Awarte mafên sereke têne binpêkirin. Tedawiya girtiyên nexweş bi xweşikî nayên kirin. Hevalên bi dev mirinê ve berndane. Ev babeteke nazik e û wijdanî ye. Ji bo vê jî divê hevalên me bê şert û merc werin berdan. Hemû civak ji binpêkirina mafan a girtîgehan berpis e. Ne tenê peywira saziyên mafê mirovan e ku li ser vê mijarê rawestin, bikin rojev û zorê li rayedaran bikin, peywira wijdanî ya hemû civakê ye.’’

‘EM LI VIR HER ROJ MÎTÎNGAN DIKIN’

Guven bi berdewamî got, ‘’Li du koxûşan em 50 jin in, bi stran û govendê her roj mîtîngan dikin. Tevlêbûna li mîtîngê baş e. Ên serşokvan, notirvan, diçin revîrê carinan nikarin tevlî mîtîngan  bibin. Lê me li ser mîtînga dawiyê biryar da, her kes wê hzir be. Em ji aqilê hevpar ê civakê bawer in. Em dibêjin encamên hilbijartinê ji bo me wê pir baş bin. 24’ê Hezîranê çi kesê ku ji AKP’ê off bûye wê biçe ser sendoqê û dengê xwe bide HDP’ê ya ku ji hemû rengên Tirkiyê pêk hatiye. Wê deng biin sembola heqîqetê û wekheviyê HDP’ê, ku em dikarin jê re partiya jinan bibêjin.’’

‘HDP HEZKIRIN Û HÊVÎ YE’

Hevseroka rehîn a KCD’ê Leyla Guven herî dawî di nameye xwe de got, ‘’Serkeftina wê ya gelên berxwedêr be. Kurd, Tirk, Ermen, Sûryan, Laz, Çerkez, ango hemû rengên Tirkiyê wê govendê bigerînin. Serkeftina HDP’ê ya hemû kesî ye. Ji berk u HDP ya gelan e, hêvî ye, hezkirin  û civak bi xwe ye. Bi her şertî ji bo ku em ji zordarî, înkar, îmha, asîmîlasyon, yekrengiyê, vederkirinê re, ji zimanê zayendîparêz re bibêjin ‘na’ em li dor HDP’ê bicivin. Em dibêjin, ‘’’Deng ji jiyan nû ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî re.’’