Guven: Dengê Birêz Ocalan gihişte me

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin û cejna wê pîroz kirin. Guven û axivî got: “Bi dengê Birêz Ocalan re bihar hate Kurdistanê. Eger îro em cejnê pîroz dikin ev bi dengê Birêz Ocalan ê gihiştî me pêk hatiye."

Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê bi minasebeta Cejna Remezanê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê û piştî parêzeran bi Ocalan re hevditin kir, li ser banga Ocalan di roja 200'emîn de dawî li çalakiya xwe anî, li nexweşxaneya lê tê dermankirin ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag, li gel endamên meclîsa jinên ciwan ên HDP'ê Guven ziyaret kir û cejna Guven pîroz kirin. Guven, bi keyfxweşî ciwan pêşwazî kir û têkildarî çalakiya xwe agahî da. Guven, ewil kesên dema di çalakiyê de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û wiha got: “Ez di şexsê Zulkuf û Ayten de hemû hevrêyên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bîr tînim."

Guven, destnîşan kir ku wan çalakiya xwe serkeftî bi dawî kiriye û wiha berdewam kir: “Me dengê Birêz Ocalan bihîst. Bi bihîstina dengê Ocalan bahar ha Kurdistanê. Hewayek kêfxweşiyê li ser civakê belav kir. Em îro bi rastî jî cejnê pîroz dikin. Ji ber ku dengê Birêz Ocalan gihişt me. Me peyama aştî, demokrasî siyaseta demokratîk bihîst. Gelê Kurd her dem êş û kêfxweşî bi hevre jiya ye."

Guven, diyar kir ku her dem ciwan dibin hêza coş û moralê û wiha lê zêde kir: “Siberoja me wê bibin rojên aştî, xwişkbiratî û azadiyê. Wê rewşa asayî û aramî pêş bikeve. Her serdemê ciwanan pêşengiya vê yekê kiriye. Carekê diviya bû jinekê pêşengî bikiraya. Têkoşîna me didome. Heta em azadiya xwe bi dest bixin tekoşîna me wê bidome."

Endama Meclîsa Jinên Ciwan Merve Oztep jî diyar kir ku têkoşîna ciwanan a li dijî terîdê wê bidome û wiha got: “Ev ziyareta rexnedayinê ye. Ciwanan di vê pêvajoyê de rola xwe nelîst. Lê biryar û îdîaya me ya pêşengiye wê bidome. Em ê tecridê bişkînin. Em bi vê biryarî û baweriyê têdikoşin. Em ê rexnedayîna xwe bi pratîka xwe bidin."