Guneş: Rêxistinên jinan divê hevkariyê bikin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar ki hewceyî bi yekîtiya rêxistinên jinan heye û got, ‘’Mirov dikare were gel hev û li ser pirsgirêkan hûr bibe. Em bi wê potansiyele ne ku dikarin pêşengiyê bikin.’’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye bi pêşengiya jinê serdemeke nû dest pê kiriye û got, li ser xeta Neteweya Demokratîk çareserî pêkan e.

Guneş di Sterk TV bernameya Rojeva Jinê de axivî, diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamên xwe yên dawiyê de bal kişandiye ser pêşengiya jinê û domand, ‘’Diyar kiriye ku bi pêşengiya jinê serdemeke nû dest pê kiriye. Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye pêl bi pêl mezin bûye û gihaştiye armanca xwe. Yê ku dike pirsgirêka jinê û azadiya wê were dîtin tenê Rêber Apo ye. Li ser xeta Neteweya Demokratîk hemû rê û rêbazan nîşan dide. Ji ber ku çareseriya Neteweya Demokratîk çareseriya azadiyê ye. Pirsgirêk her ku ji herêmiyê dertên û dibine gerdûnî bi pirsgirêka jinê re ku sîska civakê ye digihe hev.’’

DI ŞEXSÊ JINÊ DE HATE PARÇEKIRIN

Guneş got civak bi şexsê jinê hatiye parçekirin û ji bo vê jî jin û civak ketiye rewşeke wiha ku mirov nikare nas bike û domand, ‘’Mirov pirsgirêka berdest a jinê nikare bi pergala desthilatdarîxwaze binirxîne. Dema ku mirov li çareseriyeke bê jin binere nabe. Divê mirov sivikatiyê li pirsgirêka jinê ya gerdûnî û giran neke. Pirsgirêka jinê ku nasnameya wê kirine kriz bê Neteweya Demokratîk çareser nabe.’’

DIVÊ MIROV NEYÊ LÎSTIKA FAŞÎZMÊ

Guneş diyar kir ji bo ku di hilbijartinê de mirov neye lîstika desthilat û faşîzma Erdogan divê jin xwedî azadiya xwe derbirînê bin û domand, ‘’Jin, a ku bi destê desthilat û faşîzmê bûyeî meta, bi hezaran sal in bi rengekî bê rêxistinî hewl tê dayin ku were bêdengkirin. Erdogan ê ku kujerê jinê ye, dibêje ji bo siyaseta gemarî derî li jinê vekiriye. Helbet em ne li dij in ku jin di siyasete de hebin lê bele divê mirov li lîstikên ku li ser jinê têne lîstin guhdar be û li dijî pergala desthilatdarxwaz be’’.

Guneş got divê ji rexneya Rêberê Gelê Kurd a li ser qada siyasetê divê her kes para xwe bistîne û got, heke berdewamiya hevdîtinan were ji bo pirsgirêkên siyasî ku rê li ber wan xitimiye wê rêyeke çareseriyê bibine û renge siyasetê biguherîne.

RÊXISTINÊN JINAN DIVÊ HEVKARIYÊ IBKIN

Guneş her wiha diyar kir divê rêxistinên jinan yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: ‘’Di nav rêxistinên jinan de yekîtiyeke hîsî heye. Pevgihîna îdeolojîk a hin tevgeran her çendî bi temamî li ser yek rêgezê nerûne jî nêzî hev in. Bi gewherî ya ku tê xwestin azadiya jinê ya di nav civakê de ye. Ji bo vê jî em dikarin werin cem hev û em li ser pirgirêkan bisekinin. Em bi wê potansiyele ne ku dikarin pêşengiyê ji hemû tevgerên jinan re bikin.’’