Gunay: Di nûçeyan de derbaskirina hişmendiya mêr bi têkoşînê pêkan e

Berdevka PRJM Ayşe Gunay diyar kir ku pêşxistina zimanê nûçeyê ya jinê pêvajoyeke têkoşînê ya dirêj li xwe girt û got: “Di nûçeyê de ji bo derbaskirina zimanê serwer ê mêr, wê têkoşîna jinê diyarker be.”

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (PRJM) û edîtora nûçeyên Tirkî ya Jinnewsê Ayşe Guney li ser zimanê çapemeniyê ya di warê qetilkirina jinan de axivî.

Guney anî ziman ku di demê dawî de li dorhêlên civakî, li qadan jin diyar dibin û got: “Eger em li ser erdnîgariya lê ne mînakek bidin, hêza yekane muxalîf a bingehîn jin in, dînamîka guhertinê pêk tîne jin in. Ji ber wê yên rola diyarker jî dilîzin jin in. Têkildarî ber bê ka wê çawa biçe jî wê têkoşîna jinê diyarker be.

Guney destnîşan kir ku di çalakî û aktivîteyên jinan de bi çavê serwer ê mêr di çapemeniyê de tê nîşandan û got: “Çapemenî mîna ku Peymana Stenbolê tine, weke ku desthilatê qet îmze nekirî, peyvên ji devê desthilatê tên gotin tên servîskirin.  Ev dixwazin li ser mijara Peymana Stenbolê têgînekê çêbikin.”

Gunay destnîşan kir ku divê rojnamevan di nûçeyan de madeyên peymanê bi vekirî nîşan bidin û got: “Rojnamevanên niha, çapmeniya hewûz vê nakin. Çapemeniya hewûz bûye berdevkê desthilatê. Di rewşa niha de ji sedî 70’ê çapemenî ketiye bin kontrolê. Tevî vê jî zextekî mezin li ser çapemeniyê heye.”

MÊRÊN QATIL TÊN PARASTIN

Gunay bibîr xist ku qetilkirina jinekê ya ji aliyê hevjînê xwe ve ji aliyê çapemeniyê li hincetan tên gerîn û got: “Weke ‘Mêrê ku kete krîza hesûdiyê, mêr çû hevjîna xwe kuşt’, çapemenî mîna ku ev rewş weke ‘krîzekî’ kêliyê dana nîşandan û jin sûcdarkirin, zimanekî ku mêr pak bike bikar tîne. Hincetên mîna ‘jinê şort li xwe kir, şidet li ser hate kirin’ jî hene. Ev rewş diçe darazê jî. Zimanê çapemeniyê li darazê jî tê dîtin, jina tê qetilkirin û kuştin weke sûcdar tê nîşandan. Dîsa mêr ‘krîz’ derbas kir, jinek qetil kir, tê bikaranîn. Lê jinek di heman rewşê de be wê wek jinek ‘dayikek qatil, jinek qatil’ bê nasandin. Yanî ji bo mêr hêrsa ji ber kêliyekê û sinrê bilind lê ji bo jinê qatil e.”

‘HIQÛQ PÊK NAYÊ’

Gunay anî ziman ku çapemenî ji bo jinên peymana Stenbolê jî diparêzin jî heman zimanî bikar tîne  û wiha pêde çû: “Ji ber wê çendê darazê di çapemeniyê de dibînin, hiqûq pêk nayê. Li ser çapemeniyê hîn dibîn ku yek sûcdar e an ne biryar didin. Daraz, dadger, dozger dîsa çapemenî biryar dide.

Gûnay destnîşan kir ku divê rojnamevan zimanê çapemeniyê rast bikar bîne û wiha pêde çû: “Mîna JINNEWS’ê rola ajasan jinê daye ser milê xwe. Di warê bûna deng, ziman, cihê dengê xwe lê bilind bike û mezin bike berpirsyariyên wê hê girantir bûne. Ji ber ku em bûne dengê jinên ku nayên bihîstinin. Divê em vê manîplasyonê ji holê rakin, tine bikin. Ji bo wê divê em hê zêdetir dengê jinê mezintir bikin. Di guherîn û veguherîna zimanê nûçeyan a çapemeniya azad, gihiştiye astekî pir girîng. Jin êdî ne mexdûr û hejar e.”

‘EV CIHÊTÎ Û HESTYARÎ PÊK HATIYE’

Gunay da xuyakirin ku nûçegihaniya jinê gihiştiye astekî nû û wiha domand: “Di rêgezên me yên weşanê de hebûna jinê zêde bû. Ev çawa bû? Ji warê aborî, çand-hûner bigire di gelek qadan de derfetên xwe îfadekirinê pêk hatin. Heta niha wisa nêzîk dibûn ku jin ji aboriyê nizane. Piranî aborînas mêr bûn, her tim mêr daxivîn.”

Gûnay bibîr xist ku di sala 2012’an de Jinha hate avakirin û piştî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin û şûnde Jûjin û piştre jî Jinnews weşana jinê dewam kir, bal kişand ku bloka jinê ava kir û malperên nûçeyan zêde bûn. Gunay anî ziman ku ev ji bo jinê destkeftiyek bû.

Gunay destnîşan kir ku Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya nûçegihaniya jin, wê çawa nûçeyên eksena jin bên çêkirin, ji bo zimanê nûçeyên jinê atolye ava bikin, li gelek qadên Tirkiyeyê gotûbêj dikin, wek encam hefefekî wan ji bo dewlemendkirina JINNEWS’ê heye.

Herî dawî Gunay ev got: “Me rol û mîsyonek daye ser milê xwe ku em mêr biguherînin û veguherînin. Yanî em pêwîstî pê dibînin ku li gel rojnamegerên mêr, edîtor û pêşkêşvanên bernameyan re rûnin û nîqaş bikin. Me ev ji bo xwe kiriye weke erkekî. Ji ber ku ev ji bo me şêwazekî yê têkoşînê ye. Em tenê rojnamevaniyê nakin. Ji bo wê li her derê balê dikişînin ser vê. Ji bo me qada têkoşînê ev e. Erê pîşeyê me rojnamevanî ye, em dixwazin kar bi pisporî bikin, lê di bingeh de qada me ya têkoşînê ye. Divê li her qadê têkoşîna jinê bê kirin.”