Gonul Erden: Em ê bi heman biryardariyê dewam bikin

Hevseroka SES'ê Gonul Erden got, "Li dijî her şêwe pirsgirêkan, ji bo maf û daxwazên xwe em ê bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin, xwe bi rêxistin bikin û piştgiriya hev bikin."

1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya Karkeran li Stenbolê bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin.

Ji Antîkapîtalîstan Çalga Oflas ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku barê vê pêvajoyê jî ketiye ser milê kedkaran û destnîşan kir, ku nêzîkatiya tê nîşandan durûtî ye.

Oflas got, "Kombûn qedexe ye, lê belê karkirina mirovan serbest e. Di qedexeya derketina derve de jî kedkar bi destûra taybet a walîtiyan li ber kev, bi hev re tên xebitandin. Lê belê dema mijar dibe 1'ê Gulanê hingî dikevin pey firsendan. 1'ê Gulanê divê bibe beşek ji vê hêrs û têkoşîna çîna karkeran, bibe destpêkek."

KEDKARÊN MALÊ JÎ XWE ÎFADE DIKIN

Ji Sendîkaya Piştevaniya Karkerên Malê Gulhan Benlî anî ziman ku karkerên malê daxwazên xwe tînin ziman û got, "7 kedkarên malê ku di vê dema koronayê de jî neçar mane bixebitin, eşkere bû ku bi vîrûsa koronayê ketine. Doh jî agahî ji me re hat ku du hevalên me bi vîrûsê ketine. Vê pêvajoyê herî zêde bandor li hevalên me yên kedkar kir, ji ber ku neçar in bixebitin."

EM HER DERÊ DIKIN QADA 1'Ê GULANÊ

Hevseroka Sendîkaya SES'ê Gonul Erden jî diyar kir ku ew xemgîn in ji ber ku îsal nikarin bi rengekî girseyî dakevin qadan. Gonul Erden destnîşan kir ku kedkar wê li her devera ku lê ne 1'ê Gulanê pîroz bikin û got, "Em ê paceyên malên xwe, şaneşînan, kolanan, devera ku lê dixebitin bikin qada 1'ê Gulanê û daxwazên xwe bînin ziman. Li dijî her şêwe pirsgirêkan, ji bo maf û daxwazên xwe em ê bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin, xwe bi rêxistin bikin û piştgiriya hev bikin. 1'ê Gulanê roja piştevanî û yekîtiyê ya navneteweyî ye. Rojeke berxwedanê ye. Ji bo kedkarên tenduristiyê xizmeta ji neçarî heye û li nexweşxaneyan hevalên me yên kedkarên tenduristiyê dixebitin. Lê belê em ê saet di 12:00 de 1'ê Gulanê pîroz bikin."

DI PÊVAJOYEKE ZEHMET DE NE

Berdevka Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî bi bîr xist ku bi dehan rojnamevan neçar in 1'ê Gulanê li girtîgehan pêşwazî bikin û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke zehmet de ne. Muftuoglû got, "Ji bo ragihandina daxwazên kedkaran em nûçeyan çêdikin. Em ê di 1'ê Gulana îsal de li her devera lê ne hem zor û zehmetiya rojnamevanan hem jî daxwazên xwe yên ji bo berdana rojnamevanên girtî bînin ziman."