Girtiyên jin ên li Sîncanê ji bo Rojava di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên jin ên li Sîncanê ji bo Rojava di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqerê, bi armanca piştgirîdayîna şoreş û gelê Rojava, ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên jin ên ji dozên PKK, MLKP û girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Jinan a Sîncanê, bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojava ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên jin duh dest bi grevê kirin û wê çalakiya xwe îro bi dawî bikin.

Girtiyên jin dan xuyakirin ku ewê piştevaniya xwe bi awayên cuda nîşan bidin û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreş û gelê Rojava derkeve.

Li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Sîncanê jî 4 girtiyên zarok jî ji bo Rojava duh dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kiribûn.