Gilînameya li ser qetilkirina Ozgecan hat qebûlkirin

Gilînameya li ser kuştina Ozgecan Aslan hat amadekirin, ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê ve hat qebûlkirin.

Gilînameya li ser kuştina Ozgecan Aslan hat amadekirin, ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê ve hat qebûlkirin.

Gilînameya li ser cînayeta Ozgecan Aslan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ve hat amadekirin, ji aliyê 1. Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê ve hat qebûlkirin. Gilînameya di encama lêpirsîna lêpirsînê de hat amadekirin, di 9'ê Nîsanê de pêşkêşî dadgehê hatibû kirin.

Di gilînameyê de ji ber sûcên "Bi hestên cinawirî û êşkişandinê mirov kuştine" û "hewl dane êrîşa zayendî bikin" hat xwestin ku bersûc Sûphî Altindoken, Fatîh Gokçe û bavê Altindoken Necmettîn Altindoken bi cezayê ragirtina heta bi hetayê yê girankirî werin cezakirin.