Gerîlayên YJA-Starê ji bo Zîlanê name nivîsandin

Gerîlayên YJA-Starê ji bo Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû, name nivîsandin.

Li dijî êrîşa ku 6'ê Gulana sala 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Zîlan (Zeynep Kinaci) 30'ê Hezîrana sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kiribû. Gerîlayên YJA-Starê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî hest û nêrînên xwe bi nameyan nivîsandin.

Nameya Kinaci ku bi sernavê; “Ez dixwazim bibin xwediyê çalakiyekî bihêz û jiyanekî bi wate” destpê dike gerîlayên YJA-Starê bi nivîsên; “Xwedawenda Rojhilata Navîn Zîlan, tu bi ruhê azad û ramanê xwe bûyî bêmirin.” Name nivîsandin.