Gerîlayên YJA Starê: Em ê bi ser bikevin

Gerîlayên YJA Starê li ser Cejna Newrozê axivîn û destnîşan kirin ku ew xwedî li mîrateya berxwedanê ya Mazlûm Doganan derdikevin.

Ji gerîlayên YJA Starê Eylem Mardîn û Roza Serhed cejna Newrozê nirxandin ku ji bo gelên Kurdistanê nîşaneya berxwedanê ye.

Gerîlaya YJA Starê Eylem Mardîn bi wesîleya Newrozê şehîd bi bîr anî û got, "Newroz ji bo gelan hemûyan roja nû ye, tê wateya hatina biharê. Bêguman ji bo gelê me jî bi vî rengî ye. Lê belê yên ku pêşengî ji gelê me re kirin û rêya berxwedanê danîn ber gelê me, şehîdên me ne. Em şopdarên Mazlûm Doganan e ku dirûşma 'berxwedan jiyan e' ji me re hişt.

Di şexsê berxwedana Garê de, di şexsê fermandarê me yê mezin şehîd Şoreş Beytuşşebap de berxwedana ku afirî mîrateya berxwedana zindana Amedê ya Mazlûm Doganane. Li dijî êşkencekaran bi navê parastina rûmeta mirovahiyê, Mazlûm Dogan roja Newrozê bedena xwe da ber agir û nîşanî me da ku divê em çawa li ber xwe bidin. Şopdarên vê berxwedanê Zekiye, Rahşan, Ronahî ev bexwedan dewam kirin. Weke gerîlayên YJA Starê jî em hêza esasî ya meşandina vê berxwedanê ne. Em vê yekê bi çalakiyên xwe, bi berxwedan û hêza xwe ya rêxistinî diafirînin. Bêguman ev yek jî bi azadkirina Rêber Apo dibe. Em careke din soza azadiyê dubare dikin."

'ÇAVKANIYA ESASÎ YA BERXWEDANA ME, RÊBER APO YE'

Ji gerîlayên YJA Starê Roza Serhed jî anî ziman ku Newroz tê wateya nûbûnê û got, "Newroz nûbûn e, nûkirin e. Çawa ku xweza xwe nû dike, em jî gerîla vê rojê bi coş pîroz dikin û xwe nû dikin. Hêza temsîlkar a jinûve avabûnê em hêzên gerîla ne. Rêxistina me di şexsê berxwedana Garê de bal kişand ser rola jinûve avabûnê di berxwedanê de.

Gerîlayên YJA Starê em temsîlkar û pêşengên vê hêzê ne. Rêber Apo çavkaniya me ya esasî ya berxwedana me ye, em ruhê xwe yê berxwedanê, hêza xwe ji Rêber Apo werdigirin. Çawa ku wî zindana Îmraliyê kir keleha berxwedanê, çawa ku hevalên li zindanê zindan kirin keleheke mezin a berxwedanê, em jî li çiyê bi çalakiyên xwe yên li dijî dijmin, xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Em ê bi ser bikevin."