Gerîlayên jin di taktîkê de pêşeng in

Ji gerîlayên YJA-Starê Jiyanda Laşer û Eylem Dilxwaz di vesazkirin û guherîna taktîkê de bal kişandin ser misyona pêşeng a jinê û got, hêza madî û manewî ya li ser ava dibin diyar kirin.

Gerîlayên YJA-Starê diyar kirin heke di artêşekê de yan jî di şer de xitimandinek, dubareyek çêbibe têkçûn bivênevê ye û gotin, ''Dijmin bi teknîka xwe bi barbarî êrîşê tîne, tu jî li dijî vê divê taktîkê geş bikî. Taktîk ji bo me bi qasî av û nên hewce ye.''

Gerîlayên YJA-Starê Jiyanda Laşer û Eylam Dilxwaz ji ANF'ê re axivîn. Jiyanda Laşker diyar kir bi jinûvesazkirinê re taktîka şer geş bûye, tecrûbeyeke mezin bi dest ketiye.  Laşker got hem di taktîkê de û hem jî di xwenîşandana rengê jinê ya di şer de ew hatine qonaxeke nû, ketine pêvajoya ku serfiraz bibin û diyar kir, guherîn û veguherîna ku di sirûşta jinê de heye hêsan dike ku hevsengî taktîka di şer de xwe pêş ve bibe.

MÎNAKA ZEYNEP KINACI

Laşer bi bîr xist li dijî helkefta suîkastê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya sala 1996'an bersiva herî giran Zîlan (Zeynep Kinaci) daye û domand, ''Heval Zîlan taktîkeke wiha geş kir, di mijara taktîkê de pêşengî li guherîneke mezin kir. Taktîka ku heval Zîlan danî holê wêrekî û fedakariyeke mezin dixwaze. Nîşan dide ku gerilayeke jin li dijî dijmin çendî wêrek e, jin di taktîkê de çendî pêşketî ye. Dijmin jî şaş ma. Di nav PKK'ê de jin hay ji hêza xwe çêdibe. Di mijara taktîkê û şer de bi rol û misyona xwe radibe.''

HOSTEYA TAKTÎKÊ DELAL AMED

Laşer bi domdarî got, 'Ez gerilya jin dema ku di nav vê têkoşînê de min cihê xwe girt baweriya min a min zêdetir bû'' û diyar kir,''Delal Amed fermandara me ya şer  bû, yek ji pêşenga tevgera me bû. Heval Delal her wiha hosteyeke girîng a taktîkê bû, heval Azê Malazgirt jî wiha. Çalakiya gerilayeke jin deh carî zêdetir li zora dijmin diçe, pir zor lê dike. Fêhm nake bê ka jin çawa di taktîkê de ew çend pêşketî ye an çavneberiyê dike, ji bo ku jin di şer de pêşengtiye dike.''

HÊZA ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ

Laşer got bi îdeolojiya Rêbertî re, Tevgera Azadiyê fermandariya şer ku bi mêr re pênase dike li pey xwe hitiye, bal kişande ser hêlên xurt ên şer û taktîkê yên YPJ'ê, taktîkên şehîd Çîçek ên di şerê Zapê de ji bo ku dijmin bi dest bixîne. Laşer got, ''Ev hemû bi îdeolojiya me re têkildar in. Heke dilsoziya me ya bi îdeolojiya me re nebûne, belkî jî me jinan nikarîbû li serfiraziyê asê bibûna. Sedema ku jin ev çend li jiyan, şer û serfiraziyê asê bûne, baweriya bi felsefeya jiyanê ya Rêber  Apo ye.''

BI QASÎ AV Û NÊN HEWCE YE

Gerilya YJA-Starê Eylem Dilxwaz jî got afirandiniya gerîla di şer de rê li geşbûna taktîkê kiriye û got heke di nav artêşekê de, di şer de xitimandin çêbibe, an jî dubare çêbibin têkçûn bivênevê ye. Dilxwaz ku di têkoşîna gerîla de ya girîng geşbûna taktîkê ye û ev şêwaza jiyana gerila ye. Dilxwaz wiha domand: ''Dijmin bi tektîka xwe bi barbarî êrîşê tîne, divê tu jî li dijî vê taktîkê pêş bixî. Taktîka me bi qasî avê û nên hewce ye. Gerila ji eynî rêyê naçe ser kozika xwe, jiyana gerîla û fikrê gerîla vezîlokî ye. Geşbûna taktîkê her demê girîng e, li gorî şertan, rewşan, eraziyê, pêvajoyê her demê diguhere. Tu xwe li şertên guherî tîne.''

Dilxwaz got bi demêre ev dibe şêwazeke jiyanê, bi vê re hêza ramanê jî geş dibe û got, ''Dijmin ew çend pesnê teknîkên xwe yên şer dide, propagandya wê dike lê bi guherîneke biçûk a tevgera gerîla,bi şêwaze derblêdanê bi rehetî tê pûçkirin. Ya ku teknîkê geş dike û pûç dike jî mirov e. Şêwaza jiyan û têkoşînê ya  PKK'ê ev daniye holê. Em dizanin bê ka em çima, ji bo çi şer dikin. Ya ku her tiştî dike, diafirîne, geş dike mirov bixwe ye.''

MÎRATEYA ŞEHÎDAN Û HÊZA WAN A MANEWÎ

Dilxwaz her wiha got divê gerilayên jin li ser mijarên guherîn û veguherînê ji tecrûbeyên xwe dersan bistîne, ji bo ku hêlên xwe yên kêm bike divê bêhtir xwe geş bike.

Dilxwaz got: ''Bi hêza şehîdan em li ser piyan in. Li gorî hewcehî û armancan em xwe nû dikin. Di tevlêbûn, raman, helwest û vesazbûnê de şehîd pêşengiya mirov dikin. Ji bo dozekê xwe feda kriiye, di têkoşîna hevpar de bi roleke mezin rabûye, ev hêzeke manewî dide. Maneya hebûna te çêdike. Weke têkoşîna ku wan dayî dixwazî biî pêşeng.''