Gerîlayên jin bûn parçeyek ji xwezaya Zagrosan

Gerîlayên jin bûn parçeyek ji xwezaya Zagrosan

Gerîlayên jin bûbûn ahenga xwezayê û parçeyek ji xeyalên bêdawî yên Zagrosan.

Bi bihîstina vê gotinê re heyecanekî nazik dibe mêvanê dilê mirov. 

Asîbûna Zagros bi qasî nazenîna dilê jinê zirav e û bi bedewbûna xwe, dilê mirovan tijî dike. 

Tu li beramberî bedewbûna Zagrosa delal, heyran dimîn e, bi taybet jî wexta gerîla bi cil û bergên xwe, bi çeka xwe û bi heybeta xwe di wan şiverêyan, di wan çiya û newalan de dimeşin. 

Komek ji gerîlayên jin, di bin tavê de ketin rê.

Li pêşberî wan çiyayê heybet ê Werxelê hebû. 

Li kêleka wan daristan hebûn û li ser şiverêyeke giyayê wê zer bûye dimeşiyan. 

Hinek ji wan li dawiyê ma bûn, keziya dirêj ya gerilayeke jin jî, ji dûrve dixuya; mîna ku bi wê bergehê re biaxive, bal dikişand ser xwe. 

Hinekan jî cemedan dabûn serê xwe û dimeşiyan. 

Gerîlayên jin bûbûn ahenga xwezayê û parçeke ji xeyalên wê yên bê dawî.