Gerîlayên jin amadekariyên zivistanê dikin

Gerîlayên jin amadekariyên zivistanê dikin

Gerîla ji demsala Havînê heta demsala Payizê, bi ziwakirina zebzeyan amadekariyên zivistanê dikin.

Komek ji gerîlayên jin, di bin kolekê de rûniştibûn û dest bi kar kiribûn.

Li derdora wan zezbe kom bûbûn. Her yekê ji wan kêr û kevçî xistibûn destê xwe û hundirê bacanên reş vala dikirin. 

Hem çaya xwe vedixwarin hem jî di ber kar re sohbet dikirin. Her diçû hejmara wan zêde dibû. 

Gerîlayan yan ji zebzeyên ku ji bexçeyên xwe tînin amadekariyên xwe yên Zivistanê dikin, an jî zebze ji bajar tînin û amadekarî dikin. 

Hosteya komê Viyan Amed e. Ew gerîlayeke kevn e û li çiyan fêrî gelek tiştan bûye. 

Piştî ku komê hundirê bacanên reş vala kirin, ji bo xerab nebin Viyan Amed ew bacan xwê kir û mîna morîkan ta di wan re derbas kir û di bin siyekê de daleqand. 

Piştî ku bacan ziwa bibin wê têxin telîsekî de û ji bo Zivistanê rakin. 

Gerîla ji demsala Havînê heyanî demsala Payîzê amadekariyên Zivistanê dikin, ne tenê bacanan hişk dikin, gelek cureyên zebze û fêkiyan hişk dikin.