Gerîlayan bi lîstikên şano Zîlan bibîr anîn
Gerîlayan bi lîstikên şano Zîlan bibîr anîn
Gerîlayan bi lîstikên şano Zîlan bibîr anîn
Lîstikên şano yên ji bo bîranîna gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) hatin lîstin, li pêwendiyeke mezin rast hatin.
Yek ji nîşaneyên jinê yên têkoşîna azadiyê ya Kurd Zîlan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê hêzên YJA-STAR ve bi çalakiyan hat bîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, li dijî êrişa bombeyî ya 6'ê Gulana sala 1996'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê pêk hat, di heman salê de roja 30'ê Hezîranê li dijî yekîneya merasîma leşkerî ya li navenda Dêrsimê çalakiyeke fedaî pêk anîbû.
Di çalakiya bîranînê de, lîstikên şano yên ji aliyê gerîlayên YAJ-STAR'ê ve hatin amadekirin û pêşandan, li pêwendiyeke mezin rast hatin.
Şanoya li ser berxwedana jinê ya ji dîrokê heta roja me ya îro, tevî amadekariyeke demeke kin jî, bi performanseke xurt a gerîlayan hat lîstin. Di lîstikê de nirxandina Ocalan a li ser înkarkirina jinê ji dengê wî yê qeydkirî hat guhdarîkirin û lîstik jî li ser vê nirxandinê hat amadekirin.
Di lîstikê de behsa serdestiya destpêkê ya mêr a li ser jin û xwezayê ya Şoreşa Neolotîk afirandibû, tê kirin û piştre behsa mêtîngeriya li dijî jinê û li hemberî vê jî berxwedanên jinê hatin vegotin.
Di çalakiyê de gerîlayan di kesayetiya şoreşgerên jin Zîlan (Zeynep Kinaci), Serhildan (Sema Yuce), Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û herî dawî yek ji danezrînerên PKK'ê Sara Aktaş (Sakîne Cansiz) de berxwedana jinê ya dewam dike hat vegotin û bîranîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Lîstikeke din a li ser mijar zext û mêtîngeriya li dijî jinê jî, li ser mijara jinên Kurd ên ji ber polîtîkayên qirkirinê yên pergala mêr li ber tinebûnê bûn û bi têkoşîna bi pêşengiya Ocalan re xwe gihandine nasnameyeke azad.
Lîstika ku bi pêwendiyeke mezin hat temaşekirin, bi dirûşmên ji bo Ocalan bi dawî bû.