Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci li Ermenistanê hate bîranîn

Li herêma Elgezê ya Ermenistanê gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) hate bîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir, li Elegezê bi civînekê ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve hate bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di civînê de endamên Yekîtiya Jinên Azad Natala Şaboyan û Çîçek Rizgar axivîn.

Herdu qisekeran qala wateya Kinaci ji bo jinên Kurd û gelê Kurd kirin.

Di civînê de di şexsê Zeynep Kinaci de şehîdên meha Hezîranê û şehîdê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn.

Civîn bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.