Gerîla: Bi têkoşîneke Zîlanî em ber bi serfiraziyê ve diçin

Yek ji qedroya pêşeng a PKK'ê Zîlan ji di salvegera 23'an a çalakiyê de ji hêla gerîlayên HPG'ê û YJA Starê ve hate bibîranîn.

Gerîlayên HPG'ê û YJA Starê di salvegera 23'yan a çalakiyê de Zîlan (Zeynep Kinacî) bi bîr anîn û gotin bi têkoşîneke Zîlanî ew ê ''Pêngava Serfiraziyê'' ku PKK'ê ragihandiye bibin serî. Gerîlaya YJA Starê Amargî Tendûrek got, li dijî hemû êrîşên faşîst ew ê bi rengê Zîlan bersiv bidin.''

Tendûrek bi domdarî got, ''Em jî niha di rêça heval Zîlan de dimeşin. Îro bi hezaran Zîlan di nav partiya me de ye. Xeta heval Zîlan ji bo me xeta jiyanê ye.

Ji bo me xeta Zîlan xeta jina azad e. Em xeta heval Zîlan, jiyana wê, fedaîbûna wê datînin ber xwe. Em jî îro bi hezaran milîtanên jin ên Rêbertî, li ser xeta heval Zîlan li dijî dijmin şerekî mezin didin. Bi xeta îdeolojîk a Rêbertî, bi şêwaza çalakiyê ya heval Zîlan em ber bi serfiraziyê ve dimeşin. Li dijî hemû êrîşên dagirker û îmhayê yên dijmin em ê bi Zîlanî bersivê bidin.''

RÊ LI PÊVAJOYEKE NÛ VEKIR

Gerîlayê HPG'ê Mervan Ulkem jî got, ''Çalakiya heval Zîlan çalakiyeke li dijî komplo û êrîşên îmhayê yên li ser Partiya me û Rêbertiya me ye. Fedaîbûn ne jiyaneke rehet û çalakiyeke rehet e. Tenê bi xweîmhakirinê nabe.
Kêm û qels dimîne wiha. Fedaîbûn ew e ku mirov li dor îdeolojî û baweriyekê xwe bike yek. Heval Zîlan pêvajo fêhm kir û xwe li dora îdeolojiya Rêbertî kir ek. Bi Rêbertî re bû hevrê. Bûbû yek ji parêzvanê herî mezin ê dozê. Li gel ku li cem Rêbertî nemabû jî, bi hîsa xwe bû xwedî çalakiyeke wiha. Rêbertiya me ji bo heval Zîlan xwedavend dibêje. Hem weke fermandara xwe û hem jî j bo hemû tevegra PKK'ê û jiyanê mîna fermandarekê dît.''

Heval Zîlan bi çalakî û dilsoziya xwe, bi şêwaz, tempo û taktîka nû rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Û xwe bi hiş û dilê dijmin de teqand. Ji bo vê wêrekî, hêrs û kîneke mezin hewce ye. Ev taybetmendî bi heval Zîlan re hebûn. ''

BI ÇALAKIYA XWE KOMPLO PÛÇ KIR

Gerîlaya YJA-Star Çîçek Gabar: Heval Zîlan bi çalakiya xwe komplo vale derxist. Îro ji bo me rojekî gelek bi nirx, girîng û bi wateye. Ji ber ku îro heval Zîlan bi çalakiya xwe gelek tişt guherand. Di aliyê xetimandina tektîkên leşkerî de rê vekir û di şêweyê şer de pêvajoyek nû vekir. Li aliyê din heval Zîlan Rêbertî famkir û weke çalakgerekê çalakiya xwe pêk anî. Em hêzên PAJK û YJA-Star em ê li ser xeta Zîlan kar bikin û têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bikin. Divê em xwedî li mîrasa heval Zîlan derkevin û mîrasa wê pêk bînin.”

XETA ZÎLAN FERMANDARÎ YE

Gerîlayê HPG’ê Şoreş Beytûşebap: Îro em li ser xeta Zîlan têdikoşin. Çalakiya heval Zîlan li dijî komploya li beramberî Rêbertî pêk hat, komplo vale derxist û bêdengiya li beramberî komployê jî şkand. Çalakiya heval Zîlan ji bo pêvajoya ku xetimîbû bû bersiv û ruhê fedayî yê ku pêvajoyê dixwest derxist holê. Îro weke xetekê li pêşiya me ye û em ê bibin şopdarê vê xetê û têbikoşin. Çalakiya heval Zîlan dîroka têkoşînê derxist holê. Niha tecrîdek li ser Rêbertiya me tê kirin. Ji bo ku em Rêbertiya xwe fam bikin divê em li ser xeta heval Zîlan têbikoşin.”

Gerîlaya YJA-Star Zîlan Rustem: Heval Zîlan yek ji sembol û pêşenga PKK’ê ye. Em ê di vê pêvajoyê de bibin şopdarê xeta Zîlan. Çalakiya heval Zîlan li dijî komploya li beramberî Rêbertî pêşket. Heval Zîlan bû bombe û di nava mejiyê dijmin de teqiya. Dijmin ne dizanî ku wê çalakiyekî wiha were kirin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe fedayitiya PKK û serî netewandin carek din derxist holê. Di roja me ya îro de xeta Zîlan bi Sema, Gulan û bi hezaran hevalan dom kir. Li gel vê di xeta azadiya jinê de îradeyek derxist holê û di aliyê tevgera me de bû weke xetek û sembolekê.”