Gefa kuştinê li nivîskar Akkaya hate kirin

Nivîskar-lêgerîner a feminîst Gulfer Akkaya diyar kir ku bi hesabê Jitem.turkey /NavêKod:Yeşil yê Înstagramê gefa kuştinê lê hatiye kirin û got; “Dixwazin mirovan bi tirsînin, bi gefê bêdeng bikin”.

Di demên dawî de li Tirkiyeyê gefên komên nîjadperest-faşîst ên aligirên desthilatdariyê li dijî mûxalifan didomin. Nivîskar-lêgerîner a feminîst Gulfer Akkaya diyar kir ku bi hesabê Jitem.turkey /NavêKod:Yeşil yê Înstagramê peyamên gefa kuştinê yên mîna “Şewbaş, mirin wê te bibîne, Jitem” lê hatiye xwarin.

Akkaya roja 4’ê Hezîranê têkildarî hesabê Înstagramê li Edliyeya Stenbolê gilî kir û têkildarî peyamên gefên lê hatine xwarin ji ANF’ê re axivî.

Akkaya wiha got; “Roja 31’ê Gulan Yekşemê piştî nîvro saet 14:15’an peyam hat û hê jî didome. Peyamên wiha berê jî hatibûn.”

Akkaya têkildarî parvekirinên xwe yên li ser tevna civakî jî ev tişt got; “Bi giştî nûçeyan parve dikin, stran, kilam, şêwaz û karîkator, wêneyên min bi xwe kişandî, nêrînên xwe yên têkildarî bûyerên rojane parve dikim. Ez nivîskarim di heman demê de li gelek cihan dinivîsim, nivîsên xwe jî parve dikim. Çalakiyên ku beşdarbûme jî parve dikim.”

Akkaya têkildarî pirsa hûn gefa kuştinê yên li dijî mirovan li ser tevna civakî çawa dinirxînin, ev tişt gotin; “Di fikirim ku ev ne tesaduf an jî cuda (bi tena serê xwe) ne. Zimanê bikartînin, navê hesab û sembol hevpar in. Ew trolên hevpar ên ku her kes qala wan dikin e. Evane ew kesin ku tu 3 qurîşan bidî destê wan wê her tiştî bikin. Mirovên wiha gelek hene. Lê yên vana bikartînin dema karê wan bi wan qediya wê bavêjin. Yê ku gef li Rakel Dînk kirî hate girtin û avêtin girtîgehê. Dawiya van kesan wiha ye. Ji ber ku sûc dikin.”

Nivîskar-lêkolîner a feminîst Gulfer Akkaya qala hesabê bi navê ‘JİTEM’ jî kir û wiha got; “Ne yek gelek hesabên wiha hene. Dixwazin mirovan bi tirsînin, bi gefê bêdeng bikin. Ji bo vê gelek hesabên wiha hene û di heman demê gelek kesan dikin hedef. Li dijî weqfa Hrant Dînk gefeke bi rêya e-maîl hate şandin. JÎTEM a ku di salên 90’î de mirov dikuştin niha jî bi heman navî gefên kuştinê li mirovan dikin.”