‘Fransa hewl dide komkujiyê bide jibîrkirin’
‘Fransa hewl dide komkujiyê bide jibîrkirin’
‘Fransa hewl dide komkujiyê bide jibîrkirin’
Di 9’ê çileyê 2013’an de li Parîsê sê siyasmetdarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Ji bo kujerên wan bê dîtin her hefte li bajarê Dusseldorf a Almanyayê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêk hat û vê hefteyê jî berdewam kir.
Bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinan a Kurd (CENÎ) li ber Seferatxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê çalakî pêk hat.
Di çalakiyê de wêneyên her sê şoreşgerên jin û pankartên ku komkujî şermezar dikir hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin, em şakîne, leyla û Fîdanin, bijî serok Apo hatin berzkirin.
Li ser navê CENÎ daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku ew bêdengiya Fransayê şermezar dikin û got: “Li gorî nûçe û nivîsên di çapemeniyê de derketine xuyaye ku Omer Guney dem bi dem çûye Tirkiyeyê. Têkiliyên wî yên bi Enqereyê re di çapemeniyê de hat belavkirin. Ligel ku ev qas zelal bû jî daraza Fransayê hêj komkujî çareser nekiriye. Li gorî me armanca vê nêzîkatiyê eve ku bûyerê bidin jibîrkirin. Em kurd careke din bang dikin, divê daraza Fransayê adîlane tevbigere.
Di berdeawamiya daxuyaniyê de hat gotin ku her hefte roja çarşemê dê li ber seferatxaneya Fransayê çalakiyê xwe bidomînin.