Firat: Rêber Apo ji bo me meseleya manûnemanê ye

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Besta Firat şevê din mêhvana bernameya Rojeva Jin a Stêrk Tv, axivî û got, ''Çalakiya ku girtiyan daye destpêkrin, peyama berxwedanê ye, ji bo bi milyonan kesên li derve''.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Besta Firat bal kişande ser grevên birçîbûnê yên li zindanên Tikiyê, yên girtiyên PKK'yî û PAJK'iyan, diyar kir girtî şopdarê wê rê çênê ku ji 14'ê Tîrmehê û heta niha PKK didome. Firat got, ''Duh heval Mazlûm Dogan got, ''berxwedan jiyan e'', niha jî Leyla Guven dibêje, ''Berxwedan mezin dike, pasîfîzm dikuje'' û wiha diyar dike ku şopdarê vê rêçê û mîratgirê vê berxwedanê ne. Berxwedana girtiyan ji niha ve dest pê kiriye. Lê lingê vê yê civakî, lingê ku vê bi giştî bibe berxwedanê bi temamî rola xwe bi cih neanîye. Çalakiyên heta niha dewleta Tirk serûbinî hev kir. Bi civakê re hişyariyek anî û xwe bi hemû cîhanê da bihîstin. Lê ev hê ne bi wê astê ne ku tecrîdê bişkîne''

ÇALAKIYÊN DESTEKDANÊ KÊM MAN

Firat li ser wê biryarê ku girtiyên li zindanan bi grevên birçîbûnê ku 1'ê Adarê dane destpêkirin û wiha greva birçîbûnê li hemû zindanan belav kirin jî got, ''Hevalên li zindanan têrnekariya çalakiyên li derve dîtin. Ji bo ev çalakiyên ku ji bo tecrîd were bişkînin, dabûne destpêkirin, bibin serî dîsa pêşengî kirin, tekan tişta ku di dest wan de, jiyana xwe danîne holê. Ev her wiha bersiveke ji bo gelê li derve ku gelek tişt dikarin werin kirin.

Firat diyar kir, di vê pêvajoyê de destekbûn, mafdardîtina çalakiyê têrê nake, gotinê wateya xwe ji dest daye, her kes, li şûna ku bibe destekvan divê di nav berxwedanê de be û rola xwe bi cih bîne.  Firat got, ''Tirkiye jî di nav de, mafê axaftinê, jiyanê, xebatê yê kesî nemaye. Îro heke em dibêjin tecrîd li ser her kesî heye divê bibin kirdeyek ji vê berxwedanê.''

PEYWIREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ MALBATÊN GIRTIYAN

Firat têkilî polîtîkayên şikandina vînê ya dewleta Tirk a li ser zindanan, got, ev êrîş ne cara pêşî ye, ne jî nû ye, beriya berxwedanê jî qedexeya her cure dîtinê, axaftinê, êşkence û êrîşa li ser mafên takekesî hebû û niha jî dema ku serî li vê didin ew şaş namînin. Firat domand, ''lê divê baş bi vê zanibin, çendî êrîşê bînin berxwedana wan jî wê ew çend mezin bibe. Berxwedana wan ji dilsoza wan a bi Rêber Apo re û ji biryardariya wan e. Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Tendiristiya Rêber Apo, şertên xebatê, jiyana û felsefeya wî ji bo me meseleya manûnemanê ye''.

Firat got êrîş û destgîrkirinên Ewropa yên li ser çalakiyan bi rengekî vekirî hevkariya Tirk-Ewropayê ye û Ewropa her wiha bi vê helwesta xwe nîşan didin ku ew destekê didine tecrîdê. Firat got, ''Ti hêvî û bendewariyên me ji welatên Ewropa, ji saziyên navnetewî çênebûye. Tekana hêvî û bendewariya me helwesta gelê me ye. Li Ewropa bi milyonan Kurd hene. Bendewariya me helwesta wan e. Bi taybetî divê malbatên girtî û çalakgeran divê pêşengiyê bikin. Peywireke girîng dikeve ser pişta dayikê aştiyê. Jixwe di nav berxwedanê de ne, têdikoşin, pêşengên têkoşîna jinê ne lê ew dive bi milyonan mirov tevlî berxwedanê bikin. Bi qasî rêxistinbûyina we divê rêxistinî jî bikin.''