Fîlmê 'Keçên Rojê' mohra xwe li Cannesê xist

Fîlmê 'Keçên Rojê' yê li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê ji aliyê Eva Husson ve hatiye amadekirin, li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî hate nîşandan.

71. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî dewam dike. Di festîvalê de heta niha gelek fîlm hatine nîşandan. Duh êvarê jî fîlmê 'Girls of the Sun' (Keçên Rojê) hate nîşandan. Fîlmê ku ji aliyê derhênera Fransî Eva Husson ve hatiye amadekirin qala şerê jinên Kurd ê li dijî DAÎŞ'ê dike.

Fîlm danê êvarê tevî galayê li du salonên cuda hate nîşandan.

Fîlmê ku saetek û 55 deqe ye, gelekî bal kişand. Di fîlm de bi taybetî qala komkujiyên ku DAÎŞ'ê sala 2014'an li Şengalê kir û têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê dike.

Tevî Eva Husson îsal 3 derhênerên jin ji bo wergirtina xelata mezin a Cannesê "Palmiya Zêrîn" tevlî pêşbirkê dibin.

Tevî lîstikvan û derhêner, temamiya tîma fîlm ji jinan pêk tê. Vê yekê mohra xwe li 71. Festîvala Fîlman a Cannesê xist.