Jinan li Cannesê daxwaza wekheviyê kirin

Li Festîvala Fîlman a Cannesê, 82 jinên sînemavan û lîstikvan, daxwaza mûçeyê wekhev kirin. Meşa li xalîçeya sor a Cannesê ya îsal, ji jinan pêk hat.

Jin tevî Seroka Jûriya Festîvala Fîlman a Cannesê Cate Blanchett li ser xalîçeya sor meşiyan. Meşa jinan cara yekê ye di dîroka festîvalê de rû dide. Di nava meşvanan de tevî Salma Hayek, Claudia Cardinale, Kristen Stewart, Marion Cotillard, Lea Seydoux û bi dehan stêrkên sînemayê, produktor, montajvan, dekorator û belavker hebûn.

Derhêner Agnes Varda bang li hikumetan û rayedarên cemaweriyê kir ku qanûnên wekheviya ûçeyan bi cih bînin. Sînemageran bang li hemû saziyan kirin ku di qonaxên biryardanê de wekhevî û zelaliyê misoger bikin û gotin, "Em li derdora xwe ya profesyonel, wekhevî û cihêrengiyeke rasteqîn dixwazin."

Li gorî amadekaran, 82 fîlmên heta niha ji aliyê jinan ve hatine çêkirin tevlî pêşbirka festîvalê hatine kirin. Ji ber vê yekê 82 jin li ser xalîçeya sor meşiyan. 82 fîlm di nava dîroka 70 salî ya festîvalê de kêmî 5 ji sedî ye.

Cate Blanchett û Agnes Varda gotin, "Jin li cîhanê hindekahî nînin, lê belê endutriya me berevajî vê îdîa dike. Dem hatiye ku jin karibin xwe bigihînin hemû qonaxên endustriya me."

Jûriya îsal a festîvalê bi giranî ji jinan pêk tê. Lê belê di mijara destdirêjiya zayendî û cihêkariyê de bêdeng ma. Di dîroka 70 salî ya festîvalê de tenê sala 1993'an derhênera jin Jane Campion xelata Palmiya Zêrîn girtiye. Agnes Varda asla 2015'an xelata palmiyê ya rûmetê girtibû.